COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, malbata apê parlementerê HDP'ê Tayîp Temel Hacî Temel ê duh di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da ya li Colemêrgê ziyaret kir û sersaxî xwest.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komek parlementerên HDP'ê yên beşdarî "Komxebata Perwerdê ya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk" a li Wanê bûn, malbata apê parlementerê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel Hacî Temel ê duh li Colemêrgê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Temellî yê di ketina bajêr de hat pêşwazîkirin, derbasî cihê taziyê bû û sersaxî ji malbata Temel re xwest. Temellî û yên pê re piştî sersaxiyê ji bajarê veqetiyan.