‘Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji DAIŞ'ê xetertirin'

  • rojane
  • 14:37 7 Tîrmeh 2019
  • |
img

QAMIŞLO - Di rûniştina roja duyemîn a Komcivîna derbarê DAIŞ'ê de, aliyên leşkerî û ewlekariya DAIŞ'ê, rola sereke ya piştgiriya dewleta Tirkiyeyê ji bo DAIŞ'ê hatin nîqaşkirin. Beşdaran, diyar kirin ku komên çete yên El-Nûsra û Ehrar El-Şam ên Tirkiye piştgiriya wan dike, ji DAIŞ'ê xetertirin." 

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li dar xist, di roja duyemîn de li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo bi dawîna semîneran berdewam dike. Di rûniştina roja duyemîn a komcivînê de mijarên weke leşkerî û ewlekariyê ya DAIŞ'ê û rola sereke ya piştgirî dayîna dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'iyan, hatin nîqaşkirin. 
 
Di rûniştina roja duyemîn a serê sibê de, Endamê Navenda Ewlehiya Nû ya Amerîkayê û analîzvanê yekemîn di Saziya James de û endamê Bernameya Ewlehiyê yê Rojhilata Navîn Dr. Nicholas Herras, emîrê berê yê Hêzên Taybet ên Siûdiyê ku mastira têkiliyên navneteweyî ji Zanîgeha Dirm Seed Bin Umer standiye, yek ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed û rojnamevan Zana Umer semîner dan.  
 
Nicholas Herras di semînera xwe de, bal kişand ser erdnîgariya ku DAIŞ`ê li Sûriyê serwerî lê kiribû û hejmar û çawaniya kesên ku tev li xwe dikirin û got: “DAIŞ`ê ji sedî 40 ji axa Sûriyê dagir kir û zêdetirî sed hezar kes kirin leşker, ji wan 65 hezar biyanî bûn. Her wiha mehane du hezar endam pêşwazî dikirin. DAIŞ`ê bi rêya çapemeniya xwe ya tirsandina dijminên xwe û propagandayê tev li xwe dikirin.”
 
Herras, da zanîn ku çeteyên DAIŞ`ê dest danî ser hemû xêr û berên xwezayî û mirovî li Sûriye û Iraqê û bi rêya ol û propagandaya ku dê xweş bîjin, êl û qebîle tev li xwe dikirin û wiha got: “DAIŞ`ê hêzeke ewlehiyê ya xurt ava kir.”
 
Herras, anî ziman ku DAIŞ`ê di şerê xwe yê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re, stratejiyeke nû bi kar anî, ew jî vekişandina ji gundan û bicihbûna li bajarên sereke, çandina mayînan, belavkirina sekvanan û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî bû.
 
DAIŞ'Ê KESÊN LI DIJÎ XWE TEWANBAR DIKIRIN
 
Emîdê berê yê Hêzên Taybet ên Siûdiyê ku mastira têkiliyên navneteweyî ji Zanîngeha Dirm Seed Bin Umer standiye jî, semîner der barê rêbazên psîkolojîk ên ku DAIŞ`ê ji bo armancên xwe bi kar anî, da û ev tişt got: “DAIŞ`ê bi rêya propagandaya çapemeniyê yên wekî kuştina bi rêbazên hovane, kuştinên komî, bikaranîna rêbazên xwekujiyê, dîmenên hovane dan ku tirsê belav bikin, li ser toreyên tevna civakî belav dikirin û kolekirin, hewl da psîkolojiya civakê bişikîne. Bi van hemû kiryaran, civak tirsand. Lê tiştê herî xirab ku DAIŞ`ê kesên ku li dijî wê derdiketin digot ew ji ol derketine û ew dihatin kuştin û ew bi kufrê tawanbar dikirin.”
 
Rojnamevan Zana Umer îşaret bi hevpeymanên DAIŞ`ê yên bi hikumet û dewletên cîranên Sûriye û Iraq, bi taybetî dewleta Tirkiyê û AKP`ê kir û wiha axivî: "Tirkiyê çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê bi kar anî da ku bigihîje planên xwe yên Osmanî."
 
Umer rola berpirsên Tirkiyê ya sereke di tevgerkirina çeteyên DAIŞ`ê di bin navê îslamê de, hêsankirina derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re bi rêya sînorê wê piştî şerê Kobanê ku piraniya deriyên sînor li pêşiya derbasbûna çeteyan vekirî bûn, anî ziman. Umer destnîşan kir ku Tirkiyê çete di gelek mijaran de mîna gefên li ser dewletên Rojava bi awayekî her tim bi rêya vekirina sînoran ber bi rojava ve, bi kar anî.
 
EL NÛSRA DÛRE VEGUHERÎ DAIŞ'Ê
 
Ji fermandarên YPJ`ê Tolhildan Ehmed jî semîner da û di destpêka semînerê de behsa tevgera gelêrî li Sûriyê, çawaniya ku tevgera gelêrî ji naveroka wê derxin û bikin aloziyeke dirêj, bi saya destwerdanên derve û di serî de Tirkiyê bi rêya destekdayîna wê ji komên çete re, çawaniya avakirina gelê herêmên Rojava ji xeta 3`yemîn re, dûrxistina ji şer û aloziya ku li herêmên Sûriyê ji ber derxistina tevgera gelêrî ber bi leşkerî ve, kir. Aliyên neyînî ji ber derxistina hinek komên şerker ji rêya ku ji aliyê Koalîsyona Navdewletî ve hatin perwerdekirin mîna çeteyên Cebhet El-Nusra paşê veguherîn DAIŞ`ê, diyar kir.
 
Tolhildan armancên çeteyên DAIŞ`ê ji êrîşên li ser herêmên Kurdan û niştecihên wê bi hemû pêkhateyên xwe bi destekdayîna Tirkiyê anî ziman û got armanca wan hevgirtina nîştimanî û projeya demokratîk têk bibin.
 
'TIRKIYEYÊ RÊ LI BER DAIŞ'Ê VEKIR'
 
Rojnamevanê Tirk Fehîm Taştekin bi rêya tevlêbûna xwe ji komxebatê re destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji hêsankirina derbaskirina DAIŞ`ê ji Sûriyê ku di asta yekemîn de derbeyê li gelê Kurd bixe û hemû derfet ji bo vê yekê bi rêya îstixbaratên Tirkiyê û derfetên wan ên leşkerî û lojîstîk bi kar anîn û wiha dewam kir: "Ev yek ji gelek sedeman hatin. Ji wan ku Erdogan ji tecrubeya demokratîk a Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dibe ku bibe çareseriya aloziya Sûriyê û li Rojhilata Navîn belav bibe, ditirse."
 
Taştekin, diyar kir ku çeteyên Dirî Firat û piraniya komên ku destekê ji Tirkiyê digirin mîna El-Nusra û Ehrar El-Şam ji DAIŞ`ê ne baştir in, lê belê ji DAIŞ`ê xirabtir in, komên ku li Efrîn, Idlib, Cerablûs û Ezazê ne ji DAIŞ`ê xirabtir in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em zîhniyeta DAIŞ`ê tune bikin. Ji ber ku bi awayekî mezin li Tirkiyê hatiye belavkirin. Ev zîhniyet ne tenê xetereya li ser Sûriyê, lê belê xetereya wê li ser Tirkiyê jî heye."
 
‘HERÊM PARASTIN’
 
Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd jî semîner da û got: “Diyar e ku çawa Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG û YPJ`ê şerê terorê kirin û li hemberî êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sekinîn, ewlehî û îstiqrara herêmê parast. Pêvajo ferz dike ku desteka siyasî bêhtir beriya ya leşkerî were dayîn.”
 
Nûrî Mehmûd bal kişand ser îhtîmala vegera çeteyên DAIŞ`ê û got: “Zemîna ku careke din çeteyên DAIŞ`ê vegerin ji aliyê destekdayînê û îdeolojîk ve hîn jî heye. Heta niha ev alî, zîhniyet û îdeolojî xetereyê li ser cîhanê bi tevahî çêdikin. Xwespartina aliyê leşkerî tenê têrê nake ku ev xetere rabe. Lewre divê aliyên siyasî û leşkerî werin yekkirin da ku planek ji bo tunekirina van metirsiyan bi awayekî dawî, were danîn. Bi vê yekê jî dê li herêmê îstiqrar û ewlehiya mayînde çêbe.”

Sernavên din

10/07/2019
13:04 Jin ji bo Şûle Çet lihev kom bûn: Heya edalet pêk were, em ê têbikoşin
13:03 HDP'iyan Vedat Aydin li ser gora wî ew bibîr anîn
12:52 Rojnameger Çelebî hat berdan
12:36 Yavaş 25 roj in bersîvê nade malbatên zarokên wan li GAR'ê hatin kuştin
12:25 Kekê Îrfan Kiliç: Encama teqez dê ji otopsiyê derkeve
11:28 GDA'yê giliyê SETAê kir
10:41 Leyla Guven dest bi xebatên xwe yên Meclîsê dike
10:35 Hevşaredarê berê yê Qilebanê hat binçavkirin
09:56 'Divê CHP ji bo çareseriyê rola xwe bilîze'
09:56 'Xwezî Nesrîn bibûya kesa dawî’
09:15 TSK, li dervê sînor gundan vala dike
09:15 5 girtiyên hatin sewqkirin dest bi greva birçîbûnê kirin
09:15 Yolerî: Di nîqaşên qanûneke bingehîn de mijara sereke divê maf û azadî be
09:14 Qesra Biçûk li ber rûxînê ye
09:14 Li Sêrtê xizmeta sêzimaniyî dîsa dest pê kir
09:13 ‘Polîtîkayên PDK'ê zirarê didin yekîtiya neteweyî ya kurd'
09:06 Aydenîz: Xeta Ocalan jiyana bi hev re ya gelan e
09:03 Karker li Manisayê rastî cudakariyê tên
09:02 Saziyên ku qeyûm girtibûn dê ji nû ve bên vekirin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:11 Esker li Zozanên Hîzanê derketin operasyonê
09/07/2019
16:57 Hikûmetê pêşniyara zemê ya ji sedî 5 li karkeran kir
16:20 Hejmara 9’emîn a Kovara Dilopê derket
16:20 Rêveberiya 10 Ekîm-Der'ê bi Temellî re hevdîtin kir
16:03 'Zîhniyeta serdest kujer û êrîşkaran wek qehreman nîşan dide'
15:45 Meclîsa ÎSÎG'ê: Karkerê ji qatê duduyan ket jiyana xwe ji dest da
15:41 EGEÇEP: Destê xwe ji daristanan vekişînin!
15:39 Jinan bang li şandeya dadgehê kirin ku ‘cînayetê asteng’ bike
15:30 Girtiyê nexweş rewşa wî giran e
15:07 Li dijî texrîbata kanên keviran derketin
14:58 Rêxistinên çapemeniyê: Tiştek bê serê hempîşeyên me berpirsiyar SETA ye
14:57 Zanîngehên li Stenbolê piştgirî dan ODTU’yê
14:18 Li Kanîreşê bablîsokek mezin rabû
14:01 Temellî: Pergala serokkomariyê rewşa nebirêvebirinê ye
13:58 Cezayê girtîgehê li bavê ku kurê xwe di Komkujiya 10’ê Cotmehê de winda kir birîn!
13:19 DMME di serlêdana Demîrtaş de Tirkiye mehkûm kir
13:18 Rêxistinên pîşeyî û sendîka: Bila xebatên derveyî qanûnan ên li dijî ODTU'yê bên rawestandin
12:50 Endamê Meclîsa Şaredariya Şirnexê yê AKP’î îstîfa kir
12:46 Dîlan Îzol: Ger em jibîr bikin emê dîsan wehşetê bijîn
11:49 Çalakiya xwendekarên ODTU didomin
11:49 Seroka PSAKD’ê ya Meletî û rêveberên wê hatin binçavkirin
11:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:42 Parlamenter Dag û Aydenîz dê derbarê polîsan de gilî bikin
10:21 Franceschi: Karê sereke yê dewletên navnetewî ewe ku erka xwe hiqûqî pêk bîne
10:02 Parêzer wê rapora pisporan a Şule Çet pêşkêşî dadgehê bikin
09:57 Baluken: Heke çareseriya rast tê xwestin divê ku rast bin
09:52 Encamnameya komxebata navneteweyî ya derbarê DAIŞ`ê de hat aşkerekirin
09:51 25 salin bi stranên xwe di dilê gel de dijî
Di nava aşrîva stranên Kurdî de cihekî taybet digire
09:38 HDP'ê şerh danî ser pêşniyara Ajansa Turîzmê: Pêşî Heskîfê biparêze
09:37 Li girtîgehê qedexeya pirtûkên kurdî û ferzkirina ‘por qûsandinê’
09:18 AYM, ji bo girtiyê 98 ji sedî astengdar e got: 'Tu talûkeyeke wî ya jiyanî tune ye'!
09:15 Ciwanên Taxa Şahîntepeyê ketine nav lepên tiryakê!
09:14 Li Îdirê esnaf hindik mane dikanên xwe bigirin!
09:12 Şaredariya Bismilê biryarên qeyûm betal kirin, lê qeymeqamtiyê îtiraz kir
09:11 900 zarokî serî li Dibistanên Havînê yên Werzîşê yên Şaredariya Sêrtê dan
09:10 Hevşaredarên jin ji bo projeyên xwe pêk bînin zend û bend badan
09:09 ‘Em berhev dikin lê hin kesên din qezenc dikin'
09:09 Alî yê bi îdiaya 'endamtiya YPG'ê' hatibû girtin, beraat kir
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08/07/2019
19:09 Dersîm Dag: Polisan bi zorê ez li maşina binçavkirinê siwar kirim
16:48 Senatorê berê yê DYE’yî: Ji bo xweseriyê divê me bi MSD’ê re rûnin
16:47 Baroya Enqereyê bertek nişanî SETA da: Tetîkêşiyek bê çawanî ye
16:32 Temellî hevşaredarên rastî lêdana polîsan hatin ziyaret kir
16:27 Bêyî ku sedema binçavkirina xwe hîn bikin hatin berdan
16:17 Gelê Silêmanî ji bo Diyar Xerib meşiyan
15:58 Ji DEDAŞ'ê parastina birîna ceryana MARSÛ'yê
15:51 Xwendekarên ODTU’yê: Em li vir in, dê berxwedan têk neçe
15:18 Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê: Ewlekariya canê 258 jinan di talûkê de ye
15:06 17 salan rastî lêdana wî hatim: Dixwazim wî berdim hemû jin dengê min bibhîzin
14:49 ‘Bila îdîaya tacîza li Zanîngeha Mûnzûrê ronî bibe'
14:48 Sazûmankarê AKP’ê Alî Babacan îstîfa kir
14:17 HDP’ê encamnameya komxebata xwe eşkere kir: Armanca me çanda rêveberiya demokratîk e
14:14 Rojnameger Ferhat Parlak hat berdan
14:14 Temellî: Werîn em di rêya sêyemîn de bigihijin hev
13:36 TGS'ê derbarê SETA'yê de serlêdana sûc kir
13:07 Rojnameger: Divê DAIŞ û alîgirên xwe bên darizandin
12:37 Amed reş û mor girê da!
12:30 Hevserok û rêveberên HDP'ê yên Alanyayê hatin binçavkirin
12:00 Derbarê Ayhan Bîlgen de doza Ozgur Gundemê vekirin
11:32 Projeya Şaredariya Pirsusê ya penaberan rastî astengiya Vakfa Şanliurfa hat
10:50 Zarokan bi 40 Wêneyan Amed raxist pêş çavan
10:38 Rewşenbîrên Helebê: Divê partiyên kurd li dijî êrîşan bibin yek
10:36 DEDAŞ li biryara dadgehê guhdar nake: Ev bû 2 roj Mêrdîn bêav e
10:35 Polîsan xwendekarên ODTU yên 55 rojin nobetê digirin dorpêç kirin
09:16 Rubîn: Divê Tirkiye gavekê jî nêzî herêmê nebe
09:04 Berteka rojnamegeran a li dijî SETA zêde dibe: SETA sûc dike
09:04 Çotkarên Baxçeyê Hevselê li bazarê digerin
09:04 Şaredariya Cizîrê cih neda HES'ê
09:04 Kesên ji doza Qeymeqam Safiturk beraet kirin wê dîsa bên darizandin
09:03 Kurkçu: Divê HDP rêya niqaşên Makeqanûna Nû ya nava gel veke
09:00 ROJEVA 08'Ê TÎRMEHA 2019'AN
07/07/2019
21:02 Girtiyê dermanê wî nedanê rakirin nexweşxaneyê
20:46 Pêşengeha 'Bi çavên zarokan Amedê' bi dawî bû
16:44 Temellî serdana sersaxiyê li malbata Temel kir
14:37 ‘Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji DAIŞ'ê xetertirin'
14:25 Karkerê 25 salî ket makîna hêrana pûşê garis û jiyana xwe ji dest da
13:55 Kurtulan: Divê her kes ji bo Makeqanûna Demokratîk sefer ber bibe
13:54 TGS dê derbarê SETA de serlêdana sûc bike
13:32 Li hember mirinê dengê xwe bilind bikin
12:56 DYE'yê ji bo Bakurê Sûriyeyê ji Elmanya leşker xwestin