HATAY - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, di civîna piştevaniyê ya Rêxistina HDP'ê ya Hatayê de diyar kir ku Makeqanûna Demokratîk ji bo her kesî pêwist e û xwest her kes ji bo Makeqanûna Demokratik seferber bibin. Kurtulan, anî ziman ku sedema krîza aborî polîtîkayên şer in.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ya Hatayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîna piştevaniyê ya bi taştê li dar xist. Di civîna piştevaniyê de Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, nûnerên HDP, DBP, HDK, Egitim Sen, ÎHD, EMEP, CHP, Mala Gel, Rêxistinên Elewî yên hatayê û gelek kesên din amade bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Hatayê Ekrem Nalbant, anî ziman ku polîtîkayên AKP-MHP'ê yên çong danînê carek din ji aliyê gel ve pûç bûne û wiha got: "Yên ku vê polîtîkayê li ser me ferz dikin bi xwe di nava vê planê de winda dibin. Niha em dibînin ku yên plan li ser me çêkirin ew bi xwe di nava vê planê de têk diçin. Yên duh faşizm bi rêxistin kirin îro tune dibin."
'HERÎ ZÊDE GELÊ HATAYÊ DIKEVIN BIN BANDORA ŞER'
Nalbant, bal kişand ser teqîna li navçeya Reyhanli pêk hat û wiha bi dawî kir: "Em vê teqînê bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin destê xwe ji ser Hatayê vekişînin. Em wekî kesên li Hatayê dijîn diyar dikin ku şer bi destê kê pêş dikeve bila pêş bikeve em li dijî şer in û em ji şer re dibêjin Na. Em ê her dem aştiyê biparêzin. Herî zêde gelê Hatayê dikevin bin bandora şer."
'DIVÊ HER KES JI BO MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK SEFERBER BIBE'
Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan jî diyar kir ku Hatay ji bo partiya wan gelek grîng e û wiha got: "Hatay mozaîka gel e. Em di rêya 3'emîn de her dem milê aştî demokrasî û edaletê ne. Ji bo Makeqanûna demokratîk ava bibe çi bikeve ser milê me emê pêş bixin. Ji bo lihevhatina civakê emê hewldanên xwe berdewam bikin. Divê em li hevhatina civakî pêş bixin û li Tirkiye pergla Edaletê ava bikin. Divê her kes ji bo Makeqanûna Demokratîk seferber bibin.