AMED – Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, têkildarî meşa ciwanan a li dijî şer li Amedê bê lidarxistin bang li hemû gelê Amedê kir û wiha got: "Em bang li her kesî dikin ku êdî li dijî kuştinê qêrîn û dengê xwe bilind bikin û bêjin ji şer re bes e."
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê wê saet di 18:00’ê 8'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê" li peş rêxistina HDP’ê ya Peyasê meşekê li dar bixin. Têkildarî meşê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyat Ceylan, diyar kir ku dê li hember kuştinê qêrîn û dengê xwe bilind bikin û êdî dibêjin ji şer re bes. Ceylan, destnîşan kir ku îkdara AKP-MHP’ê dixwazin li Tirkiyê, Kurdistan, Rojhilata Navîn û deverên din siyaseta şer pêş bixin wiha got: “AKP-MHP siyaseta şer pêş dixe. Li ser esasên nijadperestî û li ser esasên şer siyaset ava kiriye. Em dibêjin ji şer re bes. Em destûrê nadin ku li ser kurd, tirk, Tirkiyê û Kurdistanê siyaseta şer pêş bixin. Ji ber vê yekê em bang li hemû sazî û rêxistinên demokratîk dikin ku di bin pêşengiya HDP'ê û ciwanên HDP'ê de li hev kom bibin û siyaseta demokratîk derxin pêş. Em bi hevre polîtîkayên aştiyê pêş bixin. Em bi hevre rê li pêş şer bigirin û aştiyê bi ser bixin. Em bi rê û rêbazên demokratîk, siyaseta demokratîk pêş bixin."
'EM Ê DAXWAZÊN XWE BIQÎRIN'
Ceylan, destnîşan kir ku dê li ber navçeya Peyasê ya HDP’ê kom bibin û daxwazên xwe bilind bikin û wiha bi dawî kir: "Em ê ji bo aşitî, çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk dengê xwe bilind bikin. Em ê daxwazên xwe yên aştiyane û demokratîk bi raya giştî re parve bikin."
'ÇIYAYÊ KURDISTANÊ 24 SAETAN BOMBE DIKIN'
24 saetan çiyayên Kurdistanê bombe dikin. Gund, zevî, daristanan dişewitînin. Her roj can distînin. Tenê canê Kurdan nastînin. Em li dijî şer û kuştinê ne. Em li dijî hemû kuştinan in. Bila ne gerîlla, ne polîs û ne jî esker bimirin. Bila tu kes nemirin. Em dixwazin li hember mirinê qêrîna xwe bilind bikin.”