NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE James Jeffrey, diyar kir ku ji bo Bakurê Sûriyeyê ji Elmanyayê leşker xwestine û got: "Em ji Elmanyayê dixwazin ku yekîneyên wan ên leşkerî cihê hin leşkerên me bigirin."
Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ji bo li Bakur û Rojavahiyê Sûriyeyê "Herêma ewlekeriya" ava bike muzakereyan bi rêve dibe. DYE'ya muzakeriyan bi rêve dibe, ji Elmanya daxwaz kir ku leşkeran bişînin Bakurê Sûriyeyê. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE James Jeffrey, derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku divê desteka Elmanyayê ya ji bo planê ne tenê bi balafirên Tornado be.
Jeffrey ê ji rojnameya "Welt am Sonntag" re axivî, ji rêveberiya Washingtonê ji hikumeta Elman ev daxwaz kirin: "Divê Elmanya yekîneyên xwe bişîne Bakurê Sûriyeyê û ji perwerde, lojîstîk û pêwîstiyên teknîkî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bibin alîkar. Li şûna beşek ji leşkerên me yên li wê herêmê em dixwazin hêza bejahî ya Elmanya li herêmê bê bicihkirin."
Hate ragihandin ku hikumeta bi serokatiya Merkel a Elmanyayê wê meha Tîrmehê biryara xwe ya ji bo daxwaza rêveberiya Emerîkayê ragihîne. Li gorî agahiyan Jeffrey ji bo hikumeta Merkel îqna bike Înê hatiye paytexta Elmanya Berlînê.
Jeffrey der barê hevdîtinên xwe yên li Berlînê de wiha got: "Em li wan mutefîkan digerin ku bi xwesteka xwe piştgiriyê bidin me ji bo ewlekirina bakurê Sûriyeyê." Tê gotin, rêveberiya Emerîkayê ji bo plana ewle ya li Rojavayê Kurdistanê ku dixwaze hem ji êrîşên dewleta Tirk hem jî ji êrîşên rejîma Esad biparêze, bi 80 welatan re ku piraniya wan welatên rojavayî ne di nava têkiliyê de ye. Em li bendê ne ku di nava meha Tîrmehê de hikumeta federal bersiveke vekirî eşkere bike. Em dixwazin nîşanî Serok (Donald Trump) bidin ku partnerên me yên koalîsyonê hewl didin."
Li aliyê din di sala 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kirin Elmanyayê yekîneyeke xwe şandibû Başûrê Kurdistanê û dest bi perwerdekirina hêzên pêşmergeyan kiribû ku li dijî DAIŞ'ê şer dikirin.