ENQERE - HDP'ê bertek nîşanî rapora SETA ya der barê çapemenî û rojnamegeran de da û got "Ev ji îdîanameya dozgeran ne cudatir e. Ev belge ji andiçên medya yên serdema darbeyê ne cudatir e."
Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), têkildarî rapora Vakfa Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) ya "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP'ê bi îmzeya Berpirsiyarê Hevserokê giştî yê Weşan û Çapemeniyê yê HDP'ê Azad Bariş daxuyaniya nivîskî weşand û got: “Ji raporê zêdetir ev yek dişibe îdîanameya dozger. Ev belge ji andicên medya yên serdema darbeyê ne cudatir e. Hedef nîşandana rojnamegeran sûc e. SETA ku nêzî hikûmetê ye, bi ser navê "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" rapor aşkere kiriye. Bi vê raporê gelek saziyên medya û rojnamegerên li Tirkiye karê çapemeniy3e dikin kirine hedef. Navê gelek rojnamegeran û çîroka wan hatiye parvekirin. Dîsa xebat û karê wan, parvekirinên wan ên li ser demya civakî parve kirine. Bi vê yekê kedkarên çapemeniyê ji aliyê SETA ve hedef hatine girtin.
Em wekî HDP'ê mafê pîşeyê rojnamegeriyê ku mafê agahdarkirina civakê daye ser milê xwe diparêzin. Em bi hemû rojnamgerên ku navê wan di rapora SETA de derbas dibe hesta piştevaniyê parve dikin. "