* Şaredariya Pirsûsê, dixwaze li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê peykerê 33 ciwanên htin qetilkirin deyne. Ji bo vê jî li bend Şredriya Bajarê Mezin a Rihayê ye ku tapoyê tahsîs bike. Hevşaredar Hatîce Çevîk, diyar kir ku ji bo bîranîna ciwanên hatine qetilkirin tim bijî, ew dixwazin vî peykerî li bxçeyê navend çandê bi cih bikin.
* Rêvebirê DTO'yê Dr. Kasim Kanan ku cezayê puanî lê hat birîn û peymana wî hat fesixkirin, diyar kir ku ji ber şert û mercên giran ê karî ne mimkun e xwe bigîhînin nifûsa tê diyarkirin û xwest pergala cezayê puanî ya veguheriye mobbîngê bê rakirin.
* Ramazan Toksoy û Abdûlsamet Akgul, ji ber hatibûn îxbarkirin xwestibûn ji welat biçin, lê belê li Cehennem Deresiyê hatibûn bombebarankirin û kuştin. Ji ber xizmên wan gotibûn di kuştina wan de tiliya Şaredarê AKP'î yê Kerboranê heye, qereqolê gazî wan kiriye û gef li wan xwariye.
* Esnafên pîşesaziya wesayîtan diyar kirin ku ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin û gotin, êdî nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin.
* Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî piştî helbesta “Jaro” kir stran û bi awayekî klip weşandin, diyar kir ku Jaro her tiştî şênber tîne ziman. Hunermend Hîvron ê ku helbest kir stran jî got "Tahîr Elçî Mem ê welatê me ye."
* Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê Necatî Dadak, diyar kir ku li Tirkiyeyê pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye û got, divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê mîsogerkirin û pêk bê.
* Nivîskarê girtî Zekî Bayhan, di dosyeya xwe ya ku dê çap bike de, hin gotin ji pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtin û di nav dosyeya xwe de bi cih kir. Lê belê bi hinceta gotinên Ocalan ên di dosyeyê de, dosyeya Bayhan hatibû desteserkirin. Lê dadgehê ji bo vê desteserkirinê got "ne li gor hiqûqê ye" û xwest dosyeye bê îadekirin.
* Hat ragihandin ku dewleta tirk duh li Komelgeha Sîryê ya girêdayî Şêladizê dest bi kolana xendekan kiriye. Her wiha dîsa hat ragihandin ku ev çend roj in gelek leşker li baregeha li Sîryê hatine bicihkirin û gelek leşkerên li baregeha Sîryê jî ber bi herêma Barzan ve hatine şandin.
* Mustafa Dogan ê di 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê de winda kir, ji ber ku danişîna biryarê ya komkujiyê rexne kir, bi hinceta “Heqaret li serokkomariyê kiriye” doz lê hat vekirin.