Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan

  • rojane
  • 15:29 6 Tîrmeh 2019
  • |
img

STENBOL / ENQERE – Parêzvanên mafên mirovan li Stenbol û Enqereyê di çalakiyên ji bo balê bikişînin ser girtiyên nexweş de xwestin girtiyên nexweş demildest bên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza bila girtiyên nexweş bên berdan xwestin di hefteya 380’emîn de jî li Qada Galatasarayê çalakiya “Rûniştina F” li dar bixe. Polîsan vê hefteyê jî çalakiyê asteng kir. Li ser vê yekê parêzvananên mafên mirovan li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya li Taksîmê çalakî li dar xistin û wêneyên girtiyên nexweş, pankartên “Mafê tenduristiyê nayê astengirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. 
 
Vê hefteyê di çalakiyê de balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Ozkan Kirici. Endama Komîsyona Girtîgehê Hatîce Onaran daxuyanî xwend. 
 
‘DIVÊ TEDAWIYA GIRTIYAN BÊASTENG BÊ KIRIN’ 
 
Onaran destnîşan kir ku li girtîgehan hêj binpêkirina mafan û tecrîd dewam dike û got: “Girtiyan li dijî tecrîdê, girankirina şertên jiyanê û xespkirina mafan bedenên xwe danîne holê û bi têkoşîna xwe bûne kevneşopiya berxwedanê afirandine. Divê tedawiyên girtiyên nexweş bêasteng bê kirin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest guh bidin daxwaza me.” 
 
LI GEL RAPORÊ JÎ GIRTÎ YE 
 
Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Ozkan Kirici yê ji sala 1993’an ve girtî ye û wiha got: “Ozkan Kirici di 2-3 saliya xwe de qezayek derbas dike û ji ber vê yekê enîşka wî ji milê çepê qetiyeye. Milê xwe yê rastê û fonksyonên destê xwe çepê nikare bikar bîne. Rapora wî ya ji sedî 80’ê heye. Tevî ku rapora Ozkan Kirici heye jî li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa L a Sîlîvriyê tê ragirtin. Li gel ku Ozkan Kirici bi rapor û daxwaznameyan rewşa xwe rave dike jî lê lê daxwazên wî nayên qebûlkirin. Ji ber nexweşînên xwe û rewşa milê xwe nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.” 
 
Onaran diyar kir ku muçeyê astengiyê yê Kirici ku mehane distîne hatiye birînê û xwest di serî de Ozkan Kirici û hemû girtiyên nexweş gavek berê gavekê bên berdan. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî endamên Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 253’yemîn de li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û pankarta “Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan” vekirin. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevîrmen di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo rewşa girtiyên nexweş ne di rojeva desthilatdariyê de rayedaran rexne kir. Çevîrmen got binpêkirina mafan li girtîgehan her ku diçe zêde dibin û girtî bi rewşên xeter re rû bi rû ne. 
 
Çevîrmen anî ziman ku heta tîrmeha 2019’an de heta niha 21 kesan li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye û 8 kes ji van girtiyên nexweş ên giran bûne. Çevîrmen da zanîn k udi meha Nîsanê de Cemîl Dîlber ê li Girtîgeha Tîpa T a Dînarê piştî emeliyata anjiyo bûye piştî wê birine girtîgehê û li ser ku Dîlber nexweş dikeve wî radikin nexweşxaneyê û krîza dil derbas dike. 
 
‘DIVÊ BÊ DERMANKIRIN’ 
 
Çevîrmen vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay ê ji sala 1993’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Sîlîvrîyê dimîne. Çevîrmen got dema Akay tê binçavkirin îşkenceyên giran lê dikin û di sala 2018’an de nexweşîna penceşêra prostat lê peyda bûye û ev saleke ew û malbata xwe ji bo dermankirina vê nexweşînên ketine nava hewldanan. Çevîrmen got divê Akay di meha îlonê de li nexweşxaneyê bê razandin û tedawiya wî bê kirin. Çevîrmen anî ziman ku tevî vê nexweşînê jî Akay di hucreya yek kesî de tê ragirtin û xwest ku Akay di hucreya yek kesî de neyê ragirtin û ji bo dermankirinek baş demildest bê berdan. 
 

Sernavên din

07/07/2019
12:42 ÎRA: SEDA aşkere hempîşeyên me deq kirin
11:43 HDP'ê bertek nîşanî rapora SETA da: Ev dişibe îdîanameya dozger
11:43 Komcivîna NRLS di roja duyemîn de li ser 4 mijarên cuda dewam dike
11:04 Li Şakranê pekanîna ‘dewlet ezim’
10:59 MKGP: Rapora SETA sûc e
10:40 Di lêpirsîna Eroglu de daxwaza girtina ajokarê otobusê
10:19 144 rojin li windahiyên xwe digerin
10:09 Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan
09:32 Turkan Elçî û Hivron 'Jaro' vegotin
09:30 Li Serêkaniyê kesek hat binçavkirin
09:12 Doz li gotinên bavê ku kurê xwe di komkujiya DAIŞ’ê de winda kir vekirin
09:07 'Eskeran li Komalgeha Siryê dest bi kolandina xendekan kiriye
09:06 Ji ber cih da gotinên Ocalan dest danî ser pirtûka wî
09:05 ‘Pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye'
09:04 Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin
09:03 Têkildarî kuştina li Newala Qoriyê îdiayeke sosret
09:03 Bijîşkên peymana wan hatin betalkirin: Cezayê puanî veguheriye mobbîngê
09:01 Dixwazin peykerê 33 ciwanên hatin kuştin biçikilînin
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/07/2019
19:56 Zarokan bi dîtina ji çavên xwe wêneyên Amedê kişandin
15:30 Li Rihaye qanûn rakirine refê: Zarokekî nikare 12 rojan di bin çavan de bê girtin
15:29 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:04 Beşdarên komcivînê: Heya ku Tirkiye alîkarî bike, DAIŞ tune nabe
14:56 Dayikên Şemiyê aqûbeta windahiyên sibatê pirsîn
14:14 Karkerê înşatê bû qurbanê kar
14:13 Xizmên Windayan: Wê destên me di qirika qatîlan de be
13:25 Temellî: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin
13:06 Şahid û mexdûrên DAIŞ'ê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin
12:35 Girtiyên nexwestin di eynî salonê de bi DAIŞ’iyan re derkevin hevdîtinê derp kirin
12:27 Barê karkerên kayê giran e
12:19 Rêya qeyûm salek ber xwe neda û rûnişt
12:04 Kesek li Lîcê hat girtin
11:22 Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyarî çêkir
11:12 Endamê NRLS Sîno: Armanca komcivînê stratejiya avakirina ewlekariya herêmê ye
11:04 Nexweşên pençeşêrê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Li Amûdê forûma mijara wê DAIŞ dest pê kir
10:06 Yeldan: Bihabûn zêde dibe û krîz awayê xwe diguherîne
09:12 Rapora pêzaniyê: Ajokarê Yakût birîndar kir bi qisûr e
09:11 Dadgehê biryar aşkere kir: Bersûc xwedî tecrûbe ye!
09:11 Bi stranên xwe li dijî çanda populer têdikoşin
09:10 Xwestin Endamê Meclîsa DBP'ê Demîrhan bibe sîxur
09:09 Ji bo zarokan 366 xewnên bi kurdî
09:09 'Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin'
09:08 Mêrg û zozan çima tên qedexekirin?
09:07 Ji bo Berfîn Ozekê weqf avakirin: Wê birînên jinan bicebirîne
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2019'AN
05/07/2019
21:46 Li Farqînê qedexeya derketina derve: Leşker ketin gundan
17:02 Daxuyaniya ajansa me ya têkildarî Îrfan Kiliç
16:54 ATK’ê daxwaza rapora nû ya têkildarî kuştina Elçî red kir
16:50 Li Riha û Enqereyê binçavkirin
15:47 Gelek kes ji bo nîqaşkirina DAIŞ'ê li Qamişlo tên gelhev
15:47 SES’ê bertek nîşanî rektoriya Yuzuncu Yilê da
15:45 Gardiyanan li girtiyekî da
15:22 '80 hezar mirov wê bê war û mal bimînin'
15:12 Li Perweriyê teqîn: 2 esker birîndar bûn
14:31 Cezayê muebeta giran li zilamê hevjîna xwe kuşt hat birîn
14:09 Çû hevdîtina kurê xwe hat binçavkirin
13:44 Li Peyîzava operasyona leşkerî
13:44 Li Reyhanliyê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:43 Şêniyên taxê li tiryakfiroş dan
13:24 Ji bo parvekirinên medya civakî ceza kirin
12:58 Kubilay: Em Makeqanûnek bi kok û berfireh pêşniyar dikin
12:49 Hevşaredar Yaşar: Polîs bi çavê neyartî û kînê hatibûn
12:46 Meclîsa Jinan a HDP'ê dê dest bi hemleya rêya 3'yemîn bike
12:43 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
11:57 Pêşengeha 'Bi çavê zarokan Amed' tê pêşandan
11:52 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza rû da
11:45 Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket!
11:45 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Koma HDP'ê ji bo derxistina remza êzidiyan a ji logoyê leborîn xwest
11:33 Parêzer ji bo Yurek ê nehat berdan serî li AYM’ê da
11:21 Di serdegirtinên qawîşan de bi kêran doşekan diçirînin û lêgerîn dikin
11:05 Polîsan li Elkê 8 kes bi lêdanê binçav kirin
10:40 Di rapora Komîsyona Meclîsê de cih nedane girtiyên nexweş
10:27 Xwezaya Stewrê tune dikin: Em diparêzin, dewlet difiroşe
10:20 Yekîneyên DEDAŞ'ê bi zora eskeran peymanê bi rençberan dide îmzekirin
10:04 Zeybek a hevjinê wê hat revandin: Ez baştir dizanim ku Dayikên Şemiyê çi dijîn
09:11 Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir
09:11 Beraet kiribû lê dîsa bi heman tiştî hat tawanbarkirin
09:10 'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'
09:09 Şaredariya Êlihê ji bo tenduristiyê projeya duçerxeyan amade kir
09:08 Kuliyan zebze bi gundiyan ve nehişt!
09:08 Hesinkar Gulcan Akin: Îlhama min Kawayê Hesinkar bû
09:07 'Zewicandina zarok a bi tecawizkar re mantiqa navbeynkariyê ye'
09:07 Bi sing û xercê Zembîlfiroş restore dikin!
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:56 Eskeran li Bestayê dest bi operasyonê kir
04/07/2019
20:51 Hunermend Hîvron ji bo bîranîna Tahir Elçî helbesta 'Jaro' kir stran
20:18 Ji bo meşa dê di 8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin bang kirin
19:11 Engîn Eroglû hat veşartin
19:01 Şewata li dor Qesra Elo Dîno berbelav dibe
16:45 Zabiteyan îxbar kir, polîsan ew binçav kir
16:38 Yolerî: Gelo MÎT direvîne?
15:39 Dozger cezayê muebetê ji bo rojnameger Ataman xwest
15:35 Li bersûcên doza Aladagê ceza birîn
15:30 Li nêzî Qesra Elo Dîno şewat derket
15:19 Beriya biryarê dozgerê doza JÎTEM’ê hat guhertin
15:17 Wekîla HDP’ê Guzel çeteyên fihûşê ji Oktay pirsî
14:58 Ji Şahînê AKP'î daxuyaniya logoyê
14:56 ÎSÎG: Di hezîranê de herî kêm 124 karkeran jiyana xwe ji dest dan