QAMIŞLO - Beşdarên Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê, di axaftinên kirin de bal kişandin ser alîkariya ku Tirkiye dide DAIŞ'ê û gotin: "Dewleta sereke ya alîkariyê dide DAIŞ'ê Tirkiye ye. Heya ku Tirkiye alîkariya DAIŞ'ê bike, DAIŞ dê tune nebe."
Komcivîna Navneteweyî ya li ser DAIŞ'ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) a bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo hat lidarxistin, dewam dike. Dinava kesên komcivînê dişopînin de, Bernard Koşner, Pîter Nop, Ardiyan Şarjofêskî, Dr. Brayan Williams, Ilîzabet Dîgrî Warnir, Jan Şarl Bîzar, Hayko Baddat, Can Dundar, Îhsan Elîaçik, Ergun Babahan, Fehîm Taştekin, Cengiz Çandar û Huda Kaya jî hene.
Siyasetmedarê Emerîkî, Endamê Kongreya Emerîkê yê berê yê Partiya Komarxwaz Tomas Garêt di komcivînê de axivî û spasiya kesên ku ji nêz de pirsgireka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişopînin kir. Garêt, diyar kir ku her mirovek mafê wê yê jiyanê heye û wiha got: "Çeteyên DAIŞ’ê li dijî mafê mirovan derketin. Ev mîrasa mirovahiyê ku bi destê DAIŞ’ê hat hilweşandin, hêzên QSD li dijî wan sekinîn. Siyaseta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî mafê mirovan hatiye danîn. Ger em bixwazin siyaseta xwe li gorî siyaseta mirovan bidin meşandin em nikarin bi rejîma Sûriyê re siyasetê bikin. Dema ku Trump got em ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin ez gelek xemgîn bûm. Ji ber keda li vir cûda ye. Ez ê hin nameyan ji rêveberiya Emerîkayê re bibim.”
‘DIVÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞEREKÎ CUDA DEST PÊ BIKE'
Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Fransî Patrîyês Franşîskî jî, anî ziman ku bi amadebûna xwe ya di komxebatê de rûmetek mezin dijî û wiha axivî: "Serkeftina niha li ser erdê wê piştgiriya berdewam bike. Ev têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê jî wê berdewam bike. Serdanan nûnerên Fransî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkoşînê li dijî DAIŞ’ê tekez dike. Ev têkoşîn nayê wateya ku DAIŞ bi dawî bûye. Ez li vir tekez dikim ku wê şerekî cûda bi awayekî din destpê bike. Em serbilindin bi serkeftinên wê.”
‘JI TIRKIYEYÊ HESAP NEHATIYE XWESTIN'
Lêkolînerê Pêymangeha Projeya Emerîkî, berpirsiyarê berê yê Pêntagonê, Pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn û Dîplomasiyê Maykil Rûbîn jî got: “Hişmendiya DAIŞ’ê ji Tirkiyê hatiye girtin û dewleta Tirk piştgiriyek mezin daye DAIŞ’ê. Recep Tayîp Erdogan gelek girîngî dide hebûna DAIŞ’ê. Giredana AKP-Tirkiyê bi çeteyan re gelek mezin e. Pêşxistina komên tundraw ne tenê mijara Rojava ye ev mijareke gelek girîng û cîhanî ye. Hesab ji Tirkiyê nehatiye pirsîn. Maxdûrên bêdengiyan, dewlet bi xwe ne. DAIŞ vê li Tirkiyê bizivîre û Tirkiye wê bibe maxdûrê DAIŞ’ê.”
‘ŞERÊ QSD'Ê BERDÊLA HEMÛ CÎHANÊ YE’
Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Maksîmo Dalema jî, bi riya vîdeoyê beşdarî komxebatê bû û wiha got: “Ez dilsoziya xwe li hemberî qûrbaniyên DAIŞ ê diyar dikim û dilxweşiya xwe ji bo şervanên YPJ/YPG û QSD tînim ser ziman. Şerê wan berdela hemû cîhanê bû. Şerê li dijî terora DAIŞ’ê bi dawî nebûye. Destpêkê divê çete bên darizandin û civaka navetewî bi erkên xwe rabin. Ez piştgiriya avakirina dadgeha navnetewî dikim. Ev ji bo li dijî şerê terorê û dewletên ku piştgiriyê didin gelek giring e. Em aşitî û aramî ji bo Sûriyê dixwazin. Bingeha konfedarilizm ji bo Sûriyê bê berçav girtin. Ez hêvî dikim komxebat ji bo gelê Kurd bi aşitî û aramî bi ser bikeve.”
‘RÊYA LI DIJÎ HEBÛNA DAIŞ'Ê FELSEFEYA RÊBER APO YE'
Pişt re nameya siyasetmedarê Kurd Xetîp Dicle ku ji komcivînê re şandi bû hat xwendin. Dicle serkeftina Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “Dewleta Tirk û Katar herî zêde alikariya DAIŞ dikin. Heya siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê berdewam bin em nikarin bêjin DAIŞ bi dawî bû. Yekane rêya li dijî hebûna DAIŞ’ê, felsefeya Rêber Apo ye.”
Piştî axaftinan pêşengeha şêwekariyê û wêneyên şewqê yên giredayî terora DAIŞ’ê hat vekirin.