Şahid û mexdûrên DAIŞ'ê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin

  • rojane
  • 13:06 6 Tîrmeh 2019
  • |
img

QAMIŞLO - Şahid û mexdûrên kiryarên DAIŞ'ê, diyar kirin ku ewê tu carî sûc û kiryarên DAIŞ'ê ji bîr nekin û got: "Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin."

Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAIŞ'ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) a bi navê "Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo hat lidarxistin, dewam dike. Ji 15 welatên navneteweyî û herêmê bi sedan akademîsyen, siyasetmedar û rojnameger beşdarî komcivînê bûn. Di nava kesên komcivînê dişopînin de, Bernard Koşner, Pîter Nop, Ardiyan Şarjofêskî, Dr. Brayan Williams, Ilîzabet Dîgrî Warnir, Jan Şarl Bîzar, Hayko Baddat, Can Dundar, Îhsan Elîaçik, Ergun Babahan, Fehîm Taştekin, Cengiz Çandar û Huda Kaya jî hene.
 
Di rûniştina yekemîn a komcivînê de axaftina vekirinê hat kirin, sînevîzyona hat temaşe kirin û şahid û mexdûrên êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê yên li Şengal, Tirkiye, Kobanê, Fransa, Iraq û Urdunê pêk anîn hatin guhdarkirin. Dema ku şahidan behsa Fermana Şengalê ya 73'an û êrîşên li ser Kobanê kirin, kêliyên hestiyar hatin jiyîn. 
 
‘HEYA EM SAXBIN EMÊ TERORA DAIŞ'Ê JI BÎR NEKIN'
 
Jina Ezîdî Makbûla Ezidiya ku ji Şengalê, keyfxweşiya xwe ya ji bo têkçûyîna DAIŞ’ê anî ziman û wiha axivî: “Heya em saxbin, em  terora DAIŞ’ê ji bîr nakin. Li ber çavên cîhanê komkujî pêk hat. Li ber çavên me komkujî çêbûn. Gelek zarok ji birçîna mirin. Tu kes pirsa van bûyeran nake ev kes hemû sivîlbûn. Firotin, tecawûz, kuştin,  van çeteyan hemû kiryarên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Ez jî 4 sal esîr di nav destê wan de bûm. Zilm û zorî li me kirin. Li ber çavên me bi dehan kes kuştin. Êrîşên hovane li ser me pêk anîn.  Her çendî ji bo zilmê ferq nekirina nava pêkhateyan, lê bi hovîtî êrîşÎ Êzidiyan kirin.  Her tim Êzîdî hedefên çeteyan bûn. Li dijî Êzîdiyan teybet gelek kiryarên qirêj pêk anîn. Musul, Reqa heya Efrînê kiryar li dijî hebûna Ezîdiyan dewam kir. Em xistin zindanan, çavên me girêdan.  Em ji destên wan rêviyan û hatin cihên di bin serweriya QSD’ê de. Em ji hebûna QSD û hêza wan gelek keyfxweşin ku li dijî DAIŞ’ê şerêkî bêhempa kirin û DAIŞ têk birin.”
 
‘DIVÊ DAIŞ LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BÊ DARIZANDIN'
 
Suat Mirad Xelef  Imra ji Şengalê ye û şahida kiryarên çeteyên DAIŞ ye. Suad çiroka xwe wiha vegot: “Demekê em zindanê de man û derbasî axa Sûriyê bûn. Bi hezaran jin zarok di destê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî em ji zindanê derdixistin bi dehan caran me firotin û bi hezaran jin zarok dihatin firotin. Li dijî vê hişmenidya DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî xwe kuştin û dikujin. Bi riya QSD’ê ez ji destê çeteyên DAIŞ rizgar bûn. Bi sedan şervanên QSD’ê xwîna xwe didan heya yek ji me xilas dikirin. Piştî ez hatim rizgar kirin, ji bo li dijî DAIŞ’ê, tola hezaran jin û zarokên Êzîdî hildim ez tevlî YJŞ bûm. Min bi şerkirina li dijî DAIŞ’ê,  tola xwe û ya hezran jinên Ezîdî rakir. Niha daxwaza me li vir heye. QSD’ê li vir DAIŞ têk bir. Daxwaza me jî ew e ku DAIŞ li vir bê darizandin.”
 
‘TOLA HEVALÊN ME HAT RAKIRIN Û DAIŞ TÊK ÇÛ'
 
Sibel Işik ku gaziya Komkujiya 20’ê Tirmehê ku li Pirsûsê pêkhat ye. Işik tekildarî komkujiyê ev tişt gotin: “Bi van komkujiyan de dewleta Tirk a dagirker xwest vîna gel têk bibe. Di komkujiyê de leşkerên dewleta Tirk û polîsên wan ne dihiştin ku em birîndaran rakin nexweşxaneyê. Vê dkomkujiyê tu carî hevîyên me bi dawî nekir. Heviyên hevalên me di warên şoreşa Rojava de berdewam dike. Bi hêz û heviya xwe çeteyên DAIŞ û hevkarên wê di Rojava de têk çûn. Îro axaftina sûcên li ser DAIŞ û dadgehkirina çeteyên DAIŞ di herêmê jib o hevîyên şehîd û zarokên me de divê pêk were. Hemû êşên me wek hevin. Em êşên xwe ji bo rakirina tola mirovahiyê dixin hêz. Hevalên me yên di komkujiya Pirsûsê de şehîd ketin digotin ken dema kenêye divê gelê me biken e.”
 
Alçin Ibrahîm  jî yek ji wan kesan e ku bav û dayika wê di komkujiya Kobanê de şehîd ketin e. Alçin diya kir ku komkujî êşek mezin e û got: “Dayîk û Bavê min di komkujiya Kobanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin  qetilkirin. Ez ê êşa vê her bikşînim.  Ez ê li hember hebûna DAIŞ’ê têkoşînê bikin. “
 
Cewat Kesasba birayê pîlotê ji Ûrdinê Mûaz Kesasba ku ji aliyê çeteyên DAIŞ vê hatibû şewitandin bi riya Skaybê beşdarî komxebatê bû û hin daxwazên xwe anîn ser ziman û got: “Divê lêpirsînek zelal ji DAIŞ’ê re bê çêkirin û di nav vê lêpirsîna de dewletên navnetewî cîh bigrin. Em dixwazin di dema darizandina çeteyan de amade bin. Em dixwazin kujêrên mirovahiyê bêne darizandin.”
 
Alice Dayif Fransî yek ji birîndarê komkujya Fransayê ya bajarê Nice jî got: “Divê ev çete bên darizandin û bêne cezakirin. Xeteriya wan çeteyan ji bo tevahî mirovahiyê heye. Ev çete hemû divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin.”
 
Nasir El- Sebaa ji Derazorê ye. El- Sebaa şahidê komkujiya çeteyan a bi navê Şeyir Dad ku têde 700 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûbûn, e. El- Sebaa got: “Bê nîqaş bila ev çete li herêmên me warên ku komkujî lê pêkanîne bên darizandin.”
 
Piştî navbera nîvro, komcivîn bi maseya "Avakirina siyasî û dîrokê ya DAIŞ'ê" dewam dike. Dûre dê belgefîlma darbarê DAIŞ'ê de bê pêşandan. 

Sernavên din

07/07/2019
12:42 ÎRA: SEDA aşkere hempîşeyên me deq kirin
11:43 HDP'ê bertek nîşanî rapora SETA da: Ev dişibe îdîanameya dozger
11:43 Komcivîna NRLS di roja duyemîn de li ser 4 mijarên cuda dewam dike
11:04 Li Şakranê pekanîna ‘dewlet ezim’
10:59 MKGP: Rapora SETA sûc e
10:40 Di lêpirsîna Eroglu de daxwaza girtina ajokarê otobusê
10:19 144 rojin li windahiyên xwe digerin
10:09 Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan
09:32 Turkan Elçî û Hivron 'Jaro' vegotin
09:30 Li Serêkaniyê kesek hat binçavkirin
09:12 Doz li gotinên bavê ku kurê xwe di komkujiya DAIŞ’ê de winda kir vekirin
09:07 'Eskeran li Komalgeha Siryê dest bi kolandina xendekan kiriye
09:06 Ji ber cih da gotinên Ocalan dest danî ser pirtûka wî
09:05 ‘Pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye'
09:04 Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin
09:03 Têkildarî kuştina li Newala Qoriyê îdiayeke sosret
09:03 Bijîşkên peymana wan hatin betalkirin: Cezayê puanî veguheriye mobbîngê
09:01 Dixwazin peykerê 33 ciwanên hatin kuştin biçikilînin
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/07/2019
19:56 Zarokan bi dîtina ji çavên xwe wêneyên Amedê kişandin
15:30 Li Rihaye qanûn rakirine refê: Zarokekî nikare 12 rojan di bin çavan de bê girtin
15:29 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:04 Beşdarên komcivînê: Heya ku Tirkiye alîkarî bike, DAIŞ tune nabe
14:56 Dayikên Şemiyê aqûbeta windahiyên sibatê pirsîn
14:14 Karkerê înşatê bû qurbanê kar
14:13 Xizmên Windayan: Wê destên me di qirika qatîlan de be
13:25 Temellî: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin
13:06 Şahid û mexdûrên DAIŞ'ê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin
12:35 Girtiyên nexwestin di eynî salonê de bi DAIŞ’iyan re derkevin hevdîtinê derp kirin
12:27 Barê karkerên kayê giran e
12:19 Rêya qeyûm salek ber xwe neda û rûnişt
12:04 Kesek li Lîcê hat girtin
11:22 Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyarî çêkir
11:12 Endamê NRLS Sîno: Armanca komcivînê stratejiya avakirina ewlekariya herêmê ye
11:04 Nexweşên pençeşêrê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Li Amûdê forûma mijara wê DAIŞ dest pê kir
10:06 Yeldan: Bihabûn zêde dibe û krîz awayê xwe diguherîne
09:12 Rapora pêzaniyê: Ajokarê Yakût birîndar kir bi qisûr e
09:11 Dadgehê biryar aşkere kir: Bersûc xwedî tecrûbe ye!
09:11 Bi stranên xwe li dijî çanda populer têdikoşin
09:10 Xwestin Endamê Meclîsa DBP'ê Demîrhan bibe sîxur
09:09 Ji bo zarokan 366 xewnên bi kurdî
09:09 'Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin'
09:08 Mêrg û zozan çima tên qedexekirin?
09:07 Ji bo Berfîn Ozekê weqf avakirin: Wê birînên jinan bicebirîne
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2019'AN
05/07/2019
21:46 Li Farqînê qedexeya derketina derve: Leşker ketin gundan
17:02 Daxuyaniya ajansa me ya têkildarî Îrfan Kiliç
16:54 ATK’ê daxwaza rapora nû ya têkildarî kuştina Elçî red kir
16:50 Li Riha û Enqereyê binçavkirin
15:47 Gelek kes ji bo nîqaşkirina DAIŞ'ê li Qamişlo tên gelhev
15:47 SES’ê bertek nîşanî rektoriya Yuzuncu Yilê da
15:45 Gardiyanan li girtiyekî da
15:22 '80 hezar mirov wê bê war û mal bimînin'
15:12 Li Perweriyê teqîn: 2 esker birîndar bûn
14:31 Cezayê muebeta giran li zilamê hevjîna xwe kuşt hat birîn
14:09 Çû hevdîtina kurê xwe hat binçavkirin
13:44 Li Peyîzava operasyona leşkerî
13:44 Li Reyhanliyê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:43 Şêniyên taxê li tiryakfiroş dan
13:24 Ji bo parvekirinên medya civakî ceza kirin
12:58 Kubilay: Em Makeqanûnek bi kok û berfireh pêşniyar dikin
12:49 Hevşaredar Yaşar: Polîs bi çavê neyartî û kînê hatibûn
12:46 Meclîsa Jinan a HDP'ê dê dest bi hemleya rêya 3'yemîn bike
12:43 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
11:57 Pêşengeha 'Bi çavê zarokan Amed' tê pêşandan
11:52 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza rû da
11:45 Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket!
11:45 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Koma HDP'ê ji bo derxistina remza êzidiyan a ji logoyê leborîn xwest
11:33 Parêzer ji bo Yurek ê nehat berdan serî li AYM’ê da
11:21 Di serdegirtinên qawîşan de bi kêran doşekan diçirînin û lêgerîn dikin
11:05 Polîsan li Elkê 8 kes bi lêdanê binçav kirin
10:40 Di rapora Komîsyona Meclîsê de cih nedane girtiyên nexweş
10:27 Xwezaya Stewrê tune dikin: Em diparêzin, dewlet difiroşe
10:20 Yekîneyên DEDAŞ'ê bi zora eskeran peymanê bi rençberan dide îmzekirin
10:04 Zeybek a hevjinê wê hat revandin: Ez baştir dizanim ku Dayikên Şemiyê çi dijîn
09:11 Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir
09:11 Beraet kiribû lê dîsa bi heman tiştî hat tawanbarkirin
09:10 'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'
09:09 Şaredariya Êlihê ji bo tenduristiyê projeya duçerxeyan amade kir
09:08 Kuliyan zebze bi gundiyan ve nehişt!
09:08 Hesinkar Gulcan Akin: Îlhama min Kawayê Hesinkar bû
09:07 'Zewicandina zarok a bi tecawizkar re mantiqa navbeynkariyê ye'
09:07 Bi sing û xercê Zembîlfiroş restore dikin!
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:56 Eskeran li Bestayê dest bi operasyonê kir
04/07/2019
20:51 Hunermend Hîvron ji bo bîranîna Tahir Elçî helbesta 'Jaro' kir stran
20:18 Ji bo meşa dê di 8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin bang kirin
19:11 Engîn Eroglû hat veşartin
19:01 Şewata li dor Qesra Elo Dîno berbelav dibe
16:45 Zabiteyan îxbar kir, polîsan ew binçav kir
16:38 Yolerî: Gelo MÎT direvîne?
15:39 Dozger cezayê muebetê ji bo rojnameger Ataman xwest
15:35 Li bersûcên doza Aladagê ceza birîn
15:30 Li nêzî Qesra Elo Dîno şewat derket
15:19 Beriya biryarê dozgerê doza JÎTEM’ê hat guhertin
15:17 Wekîla HDP’ê Guzel çeteyên fihûşê ji Oktay pirsî
14:58 Ji Şahînê AKP'î daxuyaniya logoyê
14:56 ÎSÎG: Di hezîranê de herî kêm 124 karkeran jiyana xwe ji dest dan