EDENE - Girtî Alî Okutan ê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edenê, diyar kir ku ji ber ku nexwestin di eynî salonê de bi DAIŞ’iyan re derkevin hevdîtinê, gardiyenan bi ser qawîşa wan de girtin û li wan xistin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, roja 1’ê Tîrmehê, di dema hevdîtin bi malbatên xwe re dikirin de, girtiyên DAIŞ’î jî ji bo hevdîtinê anîn odeya beşa hevdîtina wan. Girtiyan, ji ber ewlekariya xwe û ya malbatên xwe, li dijî vê yekê derketin û rageşî derket. Rayedarên girtîgehê bi vê hincetê hevdîtina girtî û malbatan bi dawî kirin û tenê 5 deqe hevdîtin habitû kirin.
Girtiyê siyasî Alî Okûtan, di hevdîtina telefonê ya heftane de îro li malbata xwe geriya û diyar kir ku piştî hevdîtina 1’ê Tîrmehê, gardiyenan bi ser qawîşên wan de girtin û rastî êrîşa gardiyenan hatine.
Okûtan ê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, wiha got: “Gardiyenan dibin navê lêgerînê de, bi ser qawîşa me de girtin û li me xist. Di dema hevdîtina 1’ê Tîrmehê de DAIŞ’iyan gef li me xwarin. Gardiyenan heya em birin qawîşan li me xistin. Ewlekariya canê me û yên malbatên me tuneye. Heta ku rayedarên girtîgehê dest ji vê pêkanîna xwe bernedin, em ê dernekevin hevdîtinê.”
'EM BI FIKARIN’
Birayê Alî Okûtan Duzgun Okûtan jî, da zanîn ku ev provokasyona û wiha axivî: “Di hefteya çûyî de hevdîtin hebû. Dema em çûn girtî kirin odeya hevdîtinê. Dûre DAIŞ’î jî ji bo hevdîtinê anîn heman odeyê. Ev nêzî salekê ye ku girtiyên siyasî bi DAIŞ’iyan re dernaxin heman odeyên hevdîtinê. Pişt re girtiyan ev nêzîkatî qebûl nekirin û gotin ewê di heman odeyê hevdîtin nekin û ev provokasyone. Di wê kêliyê de DAIŞ’iyan jî bi dengê bilind dest bi heqaretan kirin. Gardiyenan jî birayê min û hevalên wî derxistin derve. Heya ku em ji girtîgehê derketin jî, dengê berz kirina dirûşmeyan ji girtîgehê bilind dibû. Îro hevdîtana telefonê hebû û me hevdîtin kir. Heya ku ew birine qawîşê li wan xistine. Dîsa di qawîşê de rastî êrîşan hatine. Derbarê jiyana wan de fikarên me hene. Em dixwazin Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û rayedar mudaxileyê vê rewşê bikin.”