AMED – Di germahiya havînê de karkerên kayê di nava şert û mercên zahmet de kar dikin. Karkerên ku balye û çuwalên kayê li kamyonan dikin, ji ber toza kayê zor û zahmetiyên mezin dijîn.
Piştî çotkaran çandiniyê li zeviyên çinîn û berhemên xwe kom kirin, pûşê li nava zeviyê dikin ka. Çotkarên ku kayê li nava zeviyan û benderan çêdikin, an dixin çûvalan, an jî dikin balye û bi kamyonan difiroşin. Hin rençber li nava zeviyan pûş dikin balye, hin rençber jî bi batosê pûç li nava zeviyê dikin ka û li benderan rodikin. Karkerên kayê û balyeyan ku di germahiya havînê de li nava zeviyan kayê û balyeyan bar dikin di nava şert û mercên pir zor û zahmed de kar dikin. Karkerên ku çûvalên kayê û balyeyê pûç li kamyonan bar dikin kedek mezin didin, lê heqê keda wan erzan e. Karkerên ku puşî(cemedan-kefî) li serê xwe girê didin, saet ji 01.00’ê şevê dest bi barkirinê dikin heta saetên nîvro kar dikin. Karker ewil kayê dixin çûwalê mezin û piştre li kamyonan bar dikin. Karkerên ku vî karê zor û zahmet dikin heqê 12 saetan tenê 150 - 200 tl distînin.
GERMA HAVÎNÊ WAN PERÎŞAN DIKE
Karker Ferdal Erdogmuş, anî ziman ku di germa havînê de perîşan dibin û wiha got: "Toza vî karî pir zêde ye. Dema germa jî zêde be toza vê kayê bedena mirovan perîşan dike. Em berê nêzî 3 saetan çuwalan tiji dikin. Piştre em çûwalan li kamyonan bar dikin."
Karker Sabahattin Bars jî ani ziman ku hem kar zor e û hem jî li gorî vê zor û zahmetiyê heqê xwe nastîninû got: "Karekî pir zahmet e. Hem zor e û hem talûke ye. Hin caran kamyon di qulipe. Hin caran şerîn dixetin û hildiweşe. Dem em karê înşaetê nabînin em tên vî karî dikin."
Karker Selahattin Ozkaya jî anî ziman ku ji ber polîtîkayên dewletê aboriya Tirkiye îflas kiriye û wiha got: "Bismil berê navenda çandiniyê bû. Le neha êdî çotkar û rençber îflas dikin. Em bi karê tonan dixebitin. Karekî pir zor e. Kaya ku em li kamyonan bar dikin em dibin li Qers, Wan, Erdexan û Agiriyê difiroşin."