COLEMÊRG - Li Colemêrgê rêyên ku qeyûm salek berê çêkiribû salek ber nedan û rûniştin. Şaredariya Colemergê ku HDP'ê ji qeyûm girt niha van rêyan û xetên avê ku ji aliyê qeyûm ve hatin çêkirin û nayên bikaranîn careke din sererast dike.
Rêyên ku qeyûm Colemerêgê salek berê bi milyonan çêkir, salek li ber xwe nedan û niha rûdinin. Hevşaredarên Colemêrgê Cîhan Kahraman û Seher Kadîr Ataş ku Şaredariya Colemêrgê ji qeyûm dewr girtin, dest bi sererasrkirina rê û xetên avê ku ji aliyê qeyûm ve hatine çêkirin û nayên bikaranîn kirin. Hevşaredar Kahraman xebatên sererastkirina rê di cih de şopand û têkildarî xebatan ji komên teknîk agahî wergirt. Kahraman diyar kir ku şaredariyê weke kavil dewr girtine û wiha axivî: "Qeyûm ji bo ku xwe weke xizmet dike, bide nîşandan, bi awayekî lez û bez bi deyna rêyan asfalt kiriye. Lê niha ev rê xera bûne û hemû deyn ji şaredariyê re mane. Em niha bi derfetên kêm ên şaredariyê van rêyan sererast dikin. Her wiha em xebatên çareseriya pirsgirêka avê jî dimeşînin. Em ê ava paqij bigihînin herkesî."