Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyarî çêkir

  • rojane
  • 11:22 6 Tîrmeh 2019
  • |
img

AMED - Di ser kuştina Siyasetmedarê Kurd û Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin re –28 sal derbas bûn. Lê hêj kujerên Vedat Aydin nehatin darizandin. Siyasetmedarê Kurd Selîm Sadak bal kişand ser jiyana Vedat Aydin u got: "Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyariyek ava kir. Lê dewletê siyaseta Aydin tehamul nekir û Vedat Aydin kuşt. Li gel vê yekê jî gelê Kurd paşve gav neavêt û têkoşîna xwe xurttir kir. 

Siyasetmedarê Kurd û Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) yê Amedê Vedat Aydin, 28 sal berê hat înfazkirin. Vedat Aydin jî di nava dosyayên "Faîl nediyar" de cihê xwe girt. Di salên 1990'î de bi sedan siyasetmedar û pêşengên Kurd hatin revandin û hatin kuştin. Yek jî pêşengê Kurd jî Vedat Aydin bû. Aydin, ji bo Komemela Mafên Mirovan (ÎHD) ava bike ket nava hewldanan. Di heman salê de bû Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê. Di 28'ê Cotmeha 1990'an de ji ber di Kongreya Navenda  Giştî ya ÎHD'ê de bi Kurdî axivî hat girtin û 2 mehan girtî ma. Aydin,  piştre di sala 1991'an de di kongreya HEP'ê ya Amedê de bû serokê HEP'ê yê Amedê. 
 
DI 5'Ê TÎRMEHÊ DE HAT REVANDIN DI 7'Ê TÎRMEHÊ DE CENAZEYÊ WÎ DÎTIN
 
Aydin piştî bû Serokê HEP'ê di 5'ê Tîrmeha 1991’an de ji aliyê kesên çekdar ên xwe wekî polîs dan naskirin ve hat revandin. Aydin piştî ji malê binçavkirin û şûnde di 7'ê Tîrmehê de li navçeya Madenê ya Xarpêtê cenazeyê wî hat dîtin. Dema cezayê Aydin dîtin, li ser bedena wî şopa îşkenceyê hebû. Cenazeyê Aydin di 10'ê Tîrmehê de li Goristana Deriyê Mêrdîn hat definkirin. Bi sed hazaran kes tev li merasima cenazeyê Aydin bûn. Polîsan êrîşî merasima cenaze kiribûn û di êrîşa polîsan de 8 kesên beşdarî merasima cenaze bûn jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
LI GEL DELÎLAN DOZ VENEKIRIN
 
Ji bo faîlên kuştina Vedat Aydin bên dîtin û darizandin gav nehatin avêtin. Di 3'ê Mijdara 1996’an de piştî qezaya Susurlukê rapor hat amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku Vedat Aydin ji aliyê çeteyê di nava dewletê de xwe bi rêxistin kiriye hatiye kuştin. Lê der barê vê kuştinê de lêpirsîn nehat vekirin. Beriya 5'ê Tîrmeha 2011’an ku dem di ser dosyayê re derbas bibe, Îtîrafkarê JÎTEM'ê Abdulkadir Aygan têkildarî cînayetê Vedat Aydin de agahî parve kirin. Li ser vê yekê Dozgerê Komarê yê Amedê dest b lêpirsînê kirin. Lê her çend lêpirsîn vekirin jî doz nehat vekirin. 
 
28 SALIN DEWLET DIXWAZE SIYASETA KURD PERÇE BIKE
 
Siyasetmedarê Kurd û parlamenterê HEP'ê yê Şirnexê Selim Sadak, qala Vedat Aydin kir. Sadak anî ziman ku ji roja Vedat Aydin hat kuştin heta niha dewlet dixwaze siyaseta Kurd perçe bike û wiha got: "Aydin ji bo siyaseta Kurd kesekî pir girîng bû. Hem parazvanê mafên mirovan bû û hem jî siyasetmedarekî pir xurt bû. Vedat Aydin di Kongreya Navenda Giştî ya ÎHD'ê bi kurdî axivî û ji ber vê yekê hat girtin. Vedat Aydin bi axaftina Kurdî ruhek da gelê xwe. Aydin bi siyesat xwe di Kurdan de hişyariyek çêkir. Bi her awayî bû daxwaza gelê kurd û bû bersîv. Hevî û baweriya gelê Kurd bêtir xurt û bilind kir. Dewletê yekîtiya gelê kurd û pêşketina Kurdan a di siyasetê te tehamul nekir û Vedat Aydin kuştin. Faîlê Aydin diyar e. Ji 7 salî heta 70 salî hemû kes dizane ku faîl dewlet e. Dewletê bi Kuştina Aydin xwest rê li pêş hişyarkirina gelê Kurd bigire. Wê demê gelê amedê li Vedat Aydin xwedî derket. Dewletê li dijî kesên li Vedat Aydin xwedi derketin komkujî kir. Bi sedan mirov hatin binçavkirin. Lê dîsa gelê kurd xwe neda paş û têkoşîna xwe bêtir mezin kir. 
Niha êdî bi kuştin, binçavkirin û girtinê pirsgirêk çareser nabe. Rêya çareseriya vê yekê Rêya demokratîk e. Êdî heta vîna Kurdan neyê qebûlkirin tu pirsgirêk çareser nabe." 
 
MA / Ozgur Paksoy
 
 
 

Sernavên din

07/07/2019
12:42 ÎRA: SEDA aşkere hempîşeyên me deq kirin
11:43 HDP'ê bertek nîşanî rapora SETA da: Ev dişibe îdîanameya dozger
11:43 Komcivîna NRLS di roja duyemîn de li ser 4 mijarên cuda dewam dike
11:04 Li Şakranê pekanîna ‘dewlet ezim’
10:59 MKGP: Rapora SETA sûc e
10:40 Di lêpirsîna Eroglu de daxwaza girtina ajokarê otobusê
10:19 144 rojin li windahiyên xwe digerin
10:09 Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan
09:32 Turkan Elçî û Hivron 'Jaro' vegotin
09:30 Li Serêkaniyê kesek hat binçavkirin
09:12 Doz li gotinên bavê ku kurê xwe di komkujiya DAIŞ’ê de winda kir vekirin
09:07 'Eskeran li Komalgeha Siryê dest bi kolandina xendekan kiriye
09:06 Ji ber cih da gotinên Ocalan dest danî ser pirtûka wî
09:05 ‘Pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye'
09:04 Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin
09:03 Têkildarî kuştina li Newala Qoriyê îdiayeke sosret
09:03 Bijîşkên peymana wan hatin betalkirin: Cezayê puanî veguheriye mobbîngê
09:01 Dixwazin peykerê 33 ciwanên hatin kuştin biçikilînin
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/07/2019
19:56 Zarokan bi dîtina ji çavên xwe wêneyên Amedê kişandin
15:30 Li Rihaye qanûn rakirine refê: Zarokekî nikare 12 rojan di bin çavan de bê girtin
15:29 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:04 Beşdarên komcivînê: Heya ku Tirkiye alîkarî bike, DAIŞ tune nabe
14:56 Dayikên Şemiyê aqûbeta windahiyên sibatê pirsîn
14:14 Karkerê înşatê bû qurbanê kar
14:13 Xizmên Windayan: Wê destên me di qirika qatîlan de be
13:25 Temellî: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin
13:06 Şahid û mexdûrên DAIŞ'ê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin
12:35 Girtiyên nexwestin di eynî salonê de bi DAIŞ’iyan re derkevin hevdîtinê derp kirin
12:27 Barê karkerên kayê giran e
12:19 Rêya qeyûm salek ber xwe neda û rûnişt
12:04 Kesek li Lîcê hat girtin
11:22 Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyarî çêkir
11:12 Endamê NRLS Sîno: Armanca komcivînê stratejiya avakirina ewlekariya herêmê ye
11:04 Nexweşên pençeşêrê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Li Amûdê forûma mijara wê DAIŞ dest pê kir
10:06 Yeldan: Bihabûn zêde dibe û krîz awayê xwe diguherîne
09:12 Rapora pêzaniyê: Ajokarê Yakût birîndar kir bi qisûr e
09:11 Dadgehê biryar aşkere kir: Bersûc xwedî tecrûbe ye!
09:11 Bi stranên xwe li dijî çanda populer têdikoşin
09:10 Xwestin Endamê Meclîsa DBP'ê Demîrhan bibe sîxur
09:09 Ji bo zarokan 366 xewnên bi kurdî
09:09 'Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin'
09:08 Mêrg û zozan çima tên qedexekirin?
09:07 Ji bo Berfîn Ozekê weqf avakirin: Wê birînên jinan bicebirîne
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2019'AN
05/07/2019
21:46 Li Farqînê qedexeya derketina derve: Leşker ketin gundan
17:02 Daxuyaniya ajansa me ya têkildarî Îrfan Kiliç
16:54 ATK’ê daxwaza rapora nû ya têkildarî kuştina Elçî red kir
16:50 Li Riha û Enqereyê binçavkirin
15:47 Gelek kes ji bo nîqaşkirina DAIŞ'ê li Qamişlo tên gelhev
15:47 SES’ê bertek nîşanî rektoriya Yuzuncu Yilê da
15:45 Gardiyanan li girtiyekî da
15:22 '80 hezar mirov wê bê war û mal bimînin'
15:12 Li Perweriyê teqîn: 2 esker birîndar bûn
14:31 Cezayê muebeta giran li zilamê hevjîna xwe kuşt hat birîn
14:09 Çû hevdîtina kurê xwe hat binçavkirin
13:44 Li Peyîzava operasyona leşkerî
13:44 Li Reyhanliyê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:43 Şêniyên taxê li tiryakfiroş dan
13:24 Ji bo parvekirinên medya civakî ceza kirin
12:58 Kubilay: Em Makeqanûnek bi kok û berfireh pêşniyar dikin
12:49 Hevşaredar Yaşar: Polîs bi çavê neyartî û kînê hatibûn
12:46 Meclîsa Jinan a HDP'ê dê dest bi hemleya rêya 3'yemîn bike
12:43 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
11:57 Pêşengeha 'Bi çavê zarokan Amed' tê pêşandan
11:52 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza rû da
11:45 Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket!
11:45 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Koma HDP'ê ji bo derxistina remza êzidiyan a ji logoyê leborîn xwest
11:33 Parêzer ji bo Yurek ê nehat berdan serî li AYM’ê da
11:21 Di serdegirtinên qawîşan de bi kêran doşekan diçirînin û lêgerîn dikin
11:05 Polîsan li Elkê 8 kes bi lêdanê binçav kirin
10:40 Di rapora Komîsyona Meclîsê de cih nedane girtiyên nexweş
10:27 Xwezaya Stewrê tune dikin: Em diparêzin, dewlet difiroşe
10:20 Yekîneyên DEDAŞ'ê bi zora eskeran peymanê bi rençberan dide îmzekirin
10:04 Zeybek a hevjinê wê hat revandin: Ez baştir dizanim ku Dayikên Şemiyê çi dijîn
09:11 Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir
09:11 Beraet kiribû lê dîsa bi heman tiştî hat tawanbarkirin
09:10 'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'
09:09 Şaredariya Êlihê ji bo tenduristiyê projeya duçerxeyan amade kir
09:08 Kuliyan zebze bi gundiyan ve nehişt!
09:08 Hesinkar Gulcan Akin: Îlhama min Kawayê Hesinkar bû
09:07 'Zewicandina zarok a bi tecawizkar re mantiqa navbeynkariyê ye'
09:07 Bi sing û xercê Zembîlfiroş restore dikin!
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:56 Eskeran li Bestayê dest bi operasyonê kir
04/07/2019
20:51 Hunermend Hîvron ji bo bîranîna Tahir Elçî helbesta 'Jaro' kir stran
20:18 Ji bo meşa dê di 8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin bang kirin
19:11 Engîn Eroglû hat veşartin
19:01 Şewata li dor Qesra Elo Dîno berbelav dibe
16:45 Zabiteyan îxbar kir, polîsan ew binçav kir
16:38 Yolerî: Gelo MÎT direvîne?
15:39 Dozger cezayê muebetê ji bo rojnameger Ataman xwest
15:35 Li bersûcên doza Aladagê ceza birîn
15:30 Li nêzî Qesra Elo Dîno şewat derket
15:19 Beriya biryarê dozgerê doza JÎTEM’ê hat guhertin
15:17 Wekîla HDP’ê Guzel çeteyên fihûşê ji Oktay pirsî
14:58 Ji Şahînê AKP'î daxuyaniya logoyê
14:56 ÎSÎG: Di hezîranê de herî kêm 124 karkeran jiyana xwe ji dest dan