NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştina yekemîn a Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAIŞ'ê de, Endamê NRLS'ê Ehmed Sîno axaftina vekirinê kir û got: "Armanca bingehîn a komcivînê, pêşxistina stratejiya avakirin ewlekariya herêmê ye."
Yekemîn rûniştina Komcivîna Navneteweyî ya Li Ser DAIŞ'ê ya ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya Qamişlo hat lidarxistin, dewam dike. Ji 15 dewletên cîhanê rojnameger, akademîsyên, siyasetmedar, lêkolîner, oldar û bi sedan kes beşdarî komcivînê bûn.
Endamê NRLS'ê Ehmed Sîno axaftina vekirinê ya komcivînê kir û wiha axivî: "Me xwest hemû gelên Sûriyeyê beşdarî komcivînê bibin. Da ku em karibin kiryarên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî gelên herêmê û bi teybetî jî gelê Kurd danîn holê. Armanca komxebata me ku ji bo diyar kirina stratejiyek ku ewlehiya herêmê biparezê ye. Em dixwazin ku hemû welatên cîhanê bibin yek û li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi hevre têkoşînek mezin bidin."
'EV DERFETEK MEZIN'
Sîno, diyar kir ku girîngiya ji bo hemû nirxên mirovahiyê bên parastin ev komxebat tên lidarxistin û wiha pêde çû: “Komkujî û sûcên DAIŞ`ê yên derhaqê mirovahiyê de û bi teybet ên dijî gelê Kurd pêk aniyê zelal û ronî bikin. pêşniyarên ji bo rojên pêşin rêbazên guncaw ji bo kiryarên DAIŞ`ê dîtine bên mîsogerkirin. Dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê li gorî peyman û zagonên navneytewî werin nîqaşkirin. Erk û berpirsyarên ku dikevin ser milê civaka navnetewî çi ne wê ev mijar jî bi awayekî zelal bêne nîqaşkirin. Ev komcivîn derfetek mezin e."
Piştî axaftina Sîno, sînevîzyona derbarê kiryarên DAIŞ'ê de hat pêşandan. Dûre şahid û mexdên kiryar û terora DAIŞ'ê axivîn û bûyerên jiyan vegotin. Komcivîn dayîna semîneran dewam dike.