ŞIRNEX - Nexweşên penceşêrê ku duh li Elkê hatibûn binçavkirin û tedawiya kemoterapiyê dibînin, hatin berdan.
Polisan duh serê sibehê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi ser gelek malan de girtibûn û 8 kesan binçav kiribûn. Di nav 8 kesan de nexweşên penceşêrê Ramazan Aykût û Azîz Aykût ku tedawiya kemoterapiyê dibînin jî hebûn. Her dû nexweş jî piştî ku raporên têkildarî nexweşiya xwe radestî rayedarên ewlehiyê kirin, hatin berdan.
Welatiyên bi navê Agît Dûrmûş, Şaban Çokdogan, Şukru Guven, Alî Akdag, Ekrem Yîgît û Selîm Abî ku di heman serdegirtinê de bi derpkirinê hatibûn binçavkirin, jêpirsînin wan ên li Miduriyeta Polisan a Elkê didome.