NAVENDA NÛÇEYAN - Forûma Navneteweyî ya mijara wê DAIŞ e li navçeya Amûdê bi tevlîbûna gelek aktîvîst û nûnerên ji gelek deverên cîhanê hatin dest pê kir. Beşdarvanên forûmê kom bi kom tên pêşwazîkirin.
Yekemîn Forûma Navneteweyî ya mijara wê DAIŞ e bi pêşengtiya Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS) li Salona Beylesan a navçeya Amûdê ya girêdayî bajarê Qamişlo dest pê kir. Salona Beylesan ji aliyên Hêzên Asayîşa Teybet (HAT), Ewlekariya Hûndirîn û Hêzên Hawarî ve tê parastin. Ji tevahî cîhanê bi sedan kesên payebilind, akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar, rojnameger û oldar beşdarî forûmê bûn.
Beşdarên forûmê ji aliyên endamên NRLS’ê ve hatin pêşwazî kirin û belavokên bi Kurdi, Erebî û Îngîlîzî yên tekildarî sûcên DAIŞ'ê, rola têkoşîna YPG, YPJ'ê û QSD'ê ya li dijî DAIŞ'ê, binpêkirinên mafan ên li dijî jin û zarokan ku DAIŞ'ê pêk anîn li beşdarvanan belav kirin. Di heman demê de forûm dê bi zimanên Erebî, Kurdî, Tirkî, Fransî û Ingilîzî bê wergerandin.
Di bernameya îro ya forûmê de, dê axaftina vekirinê bê kirin û sînevîzyona li ser mijara terora DAIŞ'ê bê pêşandan. Dûre dê şahid û mexdûrên terora DAIŞ'ê axaftinan bikin.
Piştî axaftinên beşdaran, vekirina pêşengehekê şêwekariyê û wêneyên şewqê yên girêdayî terora DAIŞ’ê, wê xebatên forûm li ser heft maseyan bên belavkirin.
Dê di masaye yekem de mijara dîrokî û siyasî yên terora DAIŞ’ê bê axaftin. Moderatoriya masê Dr. Silêman Îlyas wê bike. Di rûniştina roja yekemîn de jî Dr. Azadî Elî, Dr. Maykil Rûbîn, Dr. Beyar Mistefa Doskî, Dr. Celal Zenatî semîneran bidin.
Roja yekemîn a forûmê dê bi temaşekirina belgefilma tekildarî DAIŞ’ê bi dawî bibe.