MÊRDÎN – Li Kerboranê, wesayîta zirxî ya polîsan li Suphiye Yakûtê qelibîbû û Yakût birîndar bibû. Di rapora pêzaniyê ya hat amadekirin de hat diyarkirin ku polîsê bersûc S.G. "bi her awayî qisûrdar e."
Di 22'yê Nîsan a 2018'an de li Taxa Bahçebaşi ya Kerboran a Mêrdînê, wesayîta zirxî ya polîsan li Suphiye Yakût (51) qelibîbû û lingê Yakûtê seqet bibû. Piştî bûyerê bi tawanbariya "bi awayekî qisûrdar birîndarkirina kes" doz li polîsê bersûc S.G. hatibû vekirin. Di rapora ji aliyê Amîrtiya Buroya Kontrolkirina Çûnhatinê ve hat amadekirin de hatibû derpêşkirin S.G. "bi awayekî talî qisûrdar e."
Lê belê di rapora ku ji aliyê pêzaniyê ve hat amadekirin de berovajî ya Amîrtiya Buroya Kontrolkirina Çûnhatinê, hat gotin ku polîsê bersûc S.G. "bi temamî qisûrdar e."
Danişîna dozê ya bê wê di 17'ê Tîrmehê de pêk bê.