ŞIRNEX - Di Doza Panzêrê de dadgehê biryara xwe ya der barê polîsê bersûc Omer Yegît û bersûc Mûrat Maden de aşkere kir. Di biryarê de hat derpêşkirin ku bersûc Yegît her çend bêyî sertîfîka weayîta zirxî bi kar anîne be jî lê têra xwe xwedî tecrûbe ye û bersûc Maden jî nizanibûye Yegît bêsertîfîka ye.
Di 4'ê Gulana 2017'an de li Silopiyaya Şirnexê panzêr ket hundurê xaniyê malbata Yildirim û pêl birayên hev Muhammed (7) û Fûrkan Yildirim (6) kiribû û ew kuştibûn. Li ser vê der barê ajovanê weayîta zirxî polîs Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden de doz hatibû vekirin. Danişîna biryargirtinê di 19'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê pêk hatibû.
Di vê danişînê de bi tawanbariya "bi awayekî qisûr kuştina kesekî an jî birîndarkirina çend kesan" 2 sal û 6 meh ceza li polîsê bersûc Omer Yegît hatibû birîn. Dadgehê cezayê Yegît daxistibû 2 sal û mehekê û 19 hezar lîre cezayê pereyî jî lê birîbû. Dadgehê der barê amîrê polîsan Mûrat Madenê ku bi heman tiştî dihat darizandin de jî biryara beraatê dabû. Her wiha bi tawanbariya "peywira xwe xirab bi cih aniye" giliyê Midûrê Emniyeta Navçeyê yê wê demê Selçûk Erdogan jî hatibû kirin.
Piştî vê biryarê parêzerên malbata Yildirim jî serî li dadgeha îstinafê dabû û dozgerê dosyeyê jî ji bo polîs Mûrat Madenê ku xwestibû wekî Yegît bê cezakirin îtiraz kiribû. Dozgeriyê ji bo serlêdana îstinafê jî wekî hincet gotibû "ji ber xisûsiyetên derî usûl û qanûnê di xwe de dihebîne."
Dadgehê, biryara xwe ya der barê her du bersûcan de aşkere kir. Biryara dadgehê ji 43 rûpelan pêk hat. DI biryarê de îdiayên der barê bersûcan, beyan, parêziyên bersûcan, raporên krîmînalê, raporên ji aliyê pêzaniyên Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê ve hatibûn amadekirin, raporê cihê bûyerê, raporên mirinê û otopsiyê û rapora desteya teftîşê cih girtin.
Dadgehê di biryara xwe ya der barê bersûc Yegît û Maden de derpêş kir ku bersûc Yegît her çend bêyî sertîfîka weayîta zirxî bi kar anîne be jî lê têra xwe xwedî tecrûbe ye û bersûc Maden jî nizanibûye Yegît bêsertîfîka ye.
MA / Gokhan Altay