AMED - Nivîskar Selîm Temo ji bo pirtûka xwe ya "Serê Şevê Çîrokek" ku ji bo zarokan amade kir got, ev pirtûk ji bo zarokên di çerxa asîmlasiyonê de ne xewnên kurdî wehd dike.
Pirtûka "Serê Şevê Çîrokek" ku ji aliyê nivîskar Selîm Temo ve hat amadekirin ji Weşanên Darayê derçû. Di vê pirtûka navbirî de xebroşkên gelek enteweyan cih digirin û pirtûk ji 366 xebroşkan pêk tê.
366 XEWNÊN BI KURDÎ
Temo, ji bo "Serê Şevê Çîrokek" diyar kir ku di dema amadekirina pirtûkê de wan xebroşkên di pirtûkê de di çarçoveyeke pedagojîk de nirxandiye û xwestine wêneyên di pirtûkê de cih bigirin xwedî atmosfereke kurdî bin û got: "Bi vî awayî me 366 xewnên bi kurdî berpêşî zarokên xwe yên di nav çerxa asîmlasyonê de ne kir."
Temo, destnîşan kir ku tenê ne zarok, dê û bav jî bi asîmlasiyonê re rû bi rû dimînin û got: "Loma li ber serê zarokan hebûna pirtûka Ser Şevê Çîrokek hem girîng e hem jî watedar e. Li ber wî seriyê ku dibistan û TV'î nikarin xwe bigihîninê wê dê-bav û zarok bi tenê bin û wê ev pirtûk wan ber zimanê wan ve bibe. Kî çi dizane belkî dê û bavên xeberoşkên bi kurdî ji zarokên xwe re bixwînin jî bi kurdî xewnan bibînin. Ev pirtûk ji bo zarokan xewnên bi kurdî wehd dike. Xewna azadiyê jî li benda kêlîka xwe ye."
Her wiha Temo, ji bo eleqeya ji bo pirtûkê jî got: "Jixwe ev çend meh e der çûye. Eleqeya zarokan a ji bo wê baş e. Li ser medyaya civakiyî hin kes parve dikin ku pirtûkê diyarî malbatên zarokên wan çêdibin dikin. Ji xeynî vê tişta zêde pê kêfxweş bûm jî li Rojava eleqeyeke zêde ji bo pirtûkê heye. Ev eleqe jî dike ku em di çapa nû de bêtir baldar tev bigerin. Nexasim jî rexne ji bo zimanê xebroşkan tên kirin."
MA / Lezgin Akdeniz