HATAY - Wê li Îskenderûnê jin, li ser navê Berfîn Ozek a ku bi êrîşa kezavî re rû bi rû ma weqfekê ava bikin. Wê Ozek, bi vê weqf xwe bigihîne jinên wekî xwe û hewl bide birîna wan bicebirîne.
Li Îskenderûn a Hatayê Casim Ozan Çeltîk kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê. Birîna li ser çavê Ozekê bi desteka jinan hat tedawîkirin. Wê niha jî li ser navê Ozekê weqfek bê avakirin. Wê Ozek bi vê weqfê hewl bide birînên jinên wekî wê bicebirîne.
Parêzera Ozekê Mehtap Ozek têkildarî weqfê axivî.
Sert, dirêj kir ku ji bo tedawiya Ozekê pêdivî bi 390 hezar TL'yî hebûye û ji bo vê li ser medyaya civakiyî kampanyayek dane destpêkirin û kampanya bala gelek kesan kişandiye, lê belê di warê pereyî de xweşikî kes li wan venegeriyaye û kesî tu pere bexş nekiriye.
Sert, destnîşan kir ku emeliyata ewil a Ozekê 15 roj berê li Bodrûmê hatiye kirin û got: "Dev, poz û qalpaxên çavên Berfînê hatin çêkirin. Bi saya lêvên xwe êdî dikare tiştên hişk bixwe. Ji ber qulên pozên wê hatine çêkirin êdî dikare bêhnê bistîne. Ji ber qalpaxên çavên wê hatine çêkirin êdî çavê wê yê 50 ji sedî didît dikare windahiya ronahiyê asteng bike. Ji ber pêvajoya emeliyatê giran û dirêj derbas bû, dibe enfeksiyonê bigire. Diêşe, lê belê moralê wê baş e. Çimkî êdî nefesê distîne."
'WÊ XWE BIGIHÎNE JINÊN WEKÎ XWE'
Sert, diyar kir ku kesên bi wan re diaxivin û hestên wan wekhev in dixwazin pereyê ku soza wan dane bidin û ji bo vê wan xwestiye weqfekê ava bikin. Sert, anî ziman ku armanca weqfê ew e ku mesrefên perwerdehiyê yên Ozekê bên peydakirin da daxilî jiyanê bibe û wê bi weqfê xwe bigihîne jinên wekî xwe.
Sert, destnîşan kir ku ew dixwazin xwe bigihînin jinên wekî Ozekê mexdûr û destekê bidin wan. Sert, da zanîn ku ji bo avakirina weqfê wan serlêdan pêk aniye û li gor texmîna wan wê weqf di nêv meha Tîrmehê de bê avakirin. Sert, diyar kir ku wê Ozek bi saya weqfê xwe bigihîne jinên wekî xwe û helw bide birînên wan bicebirîne.
MA / Hamdullah Kesen