* Wê li Îskenderûnê jin, li ser navê Berfîn Ozek a ku bi êrîşa kezavî re rû bi rû ma weqfekê ava bikin. Wê Ozek, bi vê weqf xwe bigihîne jinên wekî xwe û hewl bide birîna wan bicebirîne.
* Meclîsa Giştî ya Bajêr, qedexekirina zozanên li Colemêrgê daxilî nav rojeva xwe kir û ji bo vê pêşnîyaznameyek berpêşî walîtiyê kir. Meclîsê xwest walîtî hinceta qedexeyê û texrîbata ji ber qedexeyê rû daye aşkere bike.
* Li têketina Şaredariya Giyadînê, polîsan hevşaredar Betul Yaşar û Evren Demîr derb kiribûn. Hevşaredarên jin bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, divê gel bi ruhekî seferberî xwedî li şaredariyan derkevin.
* Nivîskar Selîm Temo ji bo pirtûka xwe ya "Serê Şevê Çîrokek" ku ji bo zarokan amade kir got, ev pirtûk ji bo zarokên di çerxa asîmlasiyonê de ne xewnên kurdî wehd dike.
* Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Erol Demîrhan, diyar kir ku kesek lê geriyaye û gotiye "ez îtixbaratvan im" û sîxurtî lê ferz kiriye. Demîrhan, bilêv kir ku kesê lê geriyaye jê re gotiye: "Tu agahiyan bide me, em jî pereyan bidin te."
* Koma muzîkê ya Koma Hevra ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ve hat avakirin, bi stranên xwe li hemberî polîtîkayên asîmlasiyon û tiryakê û çanda populer tev digere.
* Di Doza Panzêrê de dadgehê biryara xwe ya der barê polîsê bersûc Omer Yegît û bersûc Mûrat Maden de aşkere kir. Di biryarê de hat derpêşkirin ku bersûc Yegît her çend bêyî sertîfîka weayîta zirxî bi kar anîne be jî lê têra xwe xwedî tecrûbe ye û bersûc Maden jî nizanibûye Yegît bêsertîfîka ye.
* Li Kerboranê, wesayîta zirxî ya polîsan li Suphiye Yakûtê qelibîbû û Yakût birîndar bibû. Di rapora pêzaniyê ya hat amadekirin de hat diyarkirin ku polîsê bersûc S.G. "bi her awayî qisûrdar e."
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, dê axaftina vekirinê ya "Komxebata Perwerdeya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk" bike û komxebat dê bi tevlîbûna hevşaredaran dewam bike. (10.00)
* Şaxên ÎHD'ê û xizmên windayan dê li Amed û Êlihê çalakiyên "Bila Winda Bên Dîtin, Faîl Bên Darizandin" berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 745'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya şemiyê berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û malbatên girtiyan bi boneya girtiyên nexweş bên berdan wê çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)