Li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kandira di 3'ê Tîrmehê de hat diyar kirin ku Girtî Îrfan Kiliç bi şiklê "Xwe şewitand" dawî li jiyana xwe anî. Têkildarî bûyera Îrfan Kiliç ajansa me ewil li ser daxuyaniya parêzeran a "Kiliç ê li girtîgehê dawî li jiyana xwe anî nîşe hişt" nûçe derbas kir. Di saetên êvarî de piştî malbatê dîmen û wêneyên cenaze kişandin û belav kirin û dijberi vê yekê agahî parve kirin.
Malbatê parast ku li ser stuyê Kiliç şopê guleyê heye û li ser bedena wî şopa îşkenceyê heye. Malbatê diyar kir ku ew bi guman in ku kurê wan hatiye înfazkirin. Li ser vê daxuyankiya malbatê me vê carê nûçeya duyemîn a bi ser navê “Îrfan Kiliç ê got întîhar kiriye gelo hat înfazkirin?" serwîs kir.
Lê li ser nakokiya daxuyaniya parêzer û malbatê, hem ji ber parêzer di daxuyaniya xwe de israr kir û hem jî israra malbatê ya li ser rapora otopsiyê me nûçeya xwe ya “Îrfan Kiliç ku got întîhar kiriye înfaz kiriye" paşve kişand.
Ajansa Mezopotamya