AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku Saziya Tiba Edlî (ATK) ji daxwaza bo kuştina Tahîr Elçî amadekirina rapora duyemîn red kiriye û xwest rapora Zanîngeha Londrayê amade kiriye li ber çavan bê girtin û asta lêpirsînê derbas bibe.
Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin bên dîtin di hefteya 183’yemîn de li ber Dadgeha Amedê çalakî li dar xist. Parêzer beşdar bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin. Di çalakiyê de Serokê Baroyê Cîhan Aydin axivî û anî ziman ku heta kujerên Elçî bên dîtin û bên darizandin û cezakirin dê çalakiya xwe bidomînin.
SAZIYA TIBA EDLÎ DÊ RAPORÊ AMADE NEKE
Aydin diyar kir ku dosyaya şandine Saziya Tiba Edlî gihîştiye ber destên wan û got: “Em ê nirxandinek berfireh li dosyeyê bikin û bi raya giştî re parve bikin. Saziya Tiba Edlî gotiye ku ew ê ji bilî rapora ewil tu raporê amade nekin. Tu guhertinek nîne. Em dixwazin rapora Zanîngeha Londrayê amade kir û li ber çavan bigirin û gavek berê gavekê asta lêpirsînê derbas bibe. Divê kujerên bingehîn demildest bên dîtin, îfadeyên wan bên girtin û tişta pêwîst bê kirin.”
‘SÛC DIKIN’
Mijara vê hefteyê ya Kursiyê Mafên Mirovan a Tahîr Elçî jî binpêkirina mafan a li girtîgehan bû. Aydin destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek sosret a weşanên demdirêj ji bo nedin girtiyan daye û got: “Li gel vê yekê jî hemû binpêkirina maf didome. Me bi Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî. Weşanên demdirêj û Rojnameya Yenî Yaşamê nadine wan. Li gel Dadgeha Destûra Bingehîn jî pêkanînên kêfî yên îdareyên girtîgehan serê xwe hildaye û diçe. Dadgeha Destûra Bingehîn jî dibêje ku divê ev biryarên kêfî bi dawî bibe. Kî vê kêfiyetê pêk tîne pirr eşkere sûc dike. Biryara darazê bicih naynin û sûc dikin.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.