NAVENDA NÛÇEYAN - Bi tevlîbûna gelek nivîskar û akademîsyenan dê li Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya DAIŞ'ê bê nîqaşkirin. Di 3 rojan de di bin navên cûda de dîrok, bîrdozî û aliyê leşkerî yê DAIŞ'ê bê nîqaşkirin û pêşniyarên çareseriyê bên kirin.
Li Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk forûma "DAİŞ:Rehend, Astengî û Stratejiyên Rûbirûbûnê" bê lidarxistin. foruma ku di navbera 6-8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin. Ji qada navneteweyî bi dehan akademîsyen û siyasetmedarên mîna Maîchael Rûbîn, Bernard Koşner, Pîter Nop, Ardiyan Şarjofêskî, Dr. Brayan Wîllîams, Ilîzabet Dîgrî Warnir, Jan Şarl Bîzar û ji Tirkiyeyê jî kesên mîna Hayko Bagdat, Can Dundar, Îhsan Elîaçik, Ergun Babahan, Fehîm Taştekîn, Cengîz Çandar û Huda Kaya tevlî, foruma ku dê di navbera 6-8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin, bibin.
LI SER 7 MESEYAN XEBAT BÊN MEŞANDIN
Forûm esasên xebata xwe dê bi ser 7 meseyan de bimeşîne. Roja destpêkê, piştî pêşwazîkirin, pêşandan û axaftinên mexdûran bi pêşkêşkirina xebatên meseya destpêkê bidome. Di vê meseyê de dê dîrok û pêkhatina siyasî ya DAIŞ'ê bênîqaşkirin. Piştî pêşkişiyên meseyê dê belgefîlma DAIŞ'ê bê temaşekirin.
'DI BÎRDOZIYA DAIŞ'Ê DE JIN'
Roja duyemîn bi pêşkêşkirina rêxistinbûn DAIŞ'ê û tevdîrên ku ji bo ewlehiyê girtiye yên meseya duyemîn dest pê bike. Di xebata meseya duyemîn ku dê heman rojê dest pê bike de çand û baweriya DAIŞ'ê bê nîqaşkirin. Dîsa di meseya sêyemîn de aliyên aborî û vivakî yên DAIŞ'ê bên nîqaşkirin. Di meseya çaremîn de dê "Di bîrdoziya DAIŞ'ê de jin" bê nîqaşkirin.
Di roja sêyemîn û dawîn de jî di meseya yekemîn de mijara "hiqûqa DAIŞ'ê" bê nîqaşkirin. Di meseya duyemîn û dawîn de jî dê ji bo pêşniyar û çareseriyên ji bo pirsgirêka DAIŞ'ê semîrek bê lidarxistin.
Her wiha di roja dawîn a forûmê de encamnameyeke ku di encama nîqaşên hatine kirin de bê amadekirin, bê aşkerakirin.