SÊRT – Li çoltera navçeya Perwariyê dema maşîneya zirxî ya eskerî derbas dibû teqîn rû da û herî kêm 2 esker birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li çoltera Çiyayê Herekolê yê girêdayî navçeya Perweriya Sêrtê dema maşîneya zirxî ya eskerî derbas bû teqîn rû da. Hat zanîn ku di teqînê de herî kêm 2 esker birîndar bûne. Eskerên birîndar bi helîkoptêrê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Hat ragihandin ku li herêma teqîn rû daye operasyona eskerî ya hewayî û bejahî hatiye destpêkirin.