BÛRSA - Cezayê muebeta Giran li Metehan Yûrdoglû yê li Bûrsayê hevjîna xwe Gullu Yûrdoglû kuşt, hat birîn.
Li Bûrsa, Metehan Yûrdoglû di Mijdara 2017’an de, hevjîna xwe ya 21 salî Gullu Yûrdoglû piştî pê re zewici rojek şûn de kuştibû. Metehan Yûrdoglû piştî bûyerê, bi sûcdariya “Xizma xwe ya nêz kuştin” hat girtin û darizandina wî dewam dikir. Danişîna biryarê ya Yûrdoglû li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsa hat dîtin. Parêzera Wezareta Karê Civakî û Xebatên Malbatê Fûnda Akdogan Gîrgîn û parêzerê gazindker Mûstafa Canbaz û barêzerê bersûc Esat Şen û xizmên malbatan beşdarî danişînê bûn.
Barêzerê bersûc Esat Şen xwest ku rapora Metahan Yûrdoglû ka dîne yan na ji Sazaiya Tipa Edlî ya Stenbolê bê xwestin. Şandeya dadgehê ev daxwaza barêzerê bersûc red kir.
Şandeya dadgehê, dûre ji sûcê “Xizma xwe ya nêz kuştin” cezayê muebata giran û ji ber sûcê “Ji azadiyê kirin” 6 sal cezayê girtîgehê li Metehan Yûrdoglû birî.