ENQERE - Ji bo Hevserokê HDP’ê yê Kozanê yê berê Mûstafa Kemal Kara bi hinceta parvekirinên medya civakî salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn.
Ji bo Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kozanê yê berê Mûstafa Kemal Kara bi hinceta parvekirinên medya civakî bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek û 3 meh cezayê girtîgehê birîn. Danişîna Kara li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat dîtin û Kara sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin û red kirin. Dozger jî xwest Kara bê cezakirin.
Şandeya Dadgehê, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek û 3 meh cezayê girîgehê li Kara birî.