MÊRDÎN - Yekîneyên DEDAŞ'ê li gundên Qoserê bi piştgiriya eskeran diçe li gundan bi zora eskeran peymana ceyranê bi rençberan dide îmzekirin. Rençberan diyar kirin ku rayedarên DEDAŞ'ê zorê li wan dikin ku peymanê îmze bikin û yên peymanê îmze nekin jî gefa "Hûn îmze nekin ezê dest dînim ser trafoyê we" dixwin.
Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê rageşiya di navbera rayedarên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcle (DEDAŞ) û rençberan demek dirêj e didome. Rayedarên DEDAŞ'ê dixwazin bi zorê peymanê bi rençberan bide îmzekirin. Yên ku naxwazin peymanê îmze bikin jî gefan li wan dixwe. Rençberan diyar kirin ku rayedarên DEDAŞ'ê eskeran didin pişta xwe û li gundan digerin û dixwazin bi zora eskeran peymanê bi wan bidin îmzekirin. Rençberan anîn ziman ku yekîneyên DEDAŞ'ê bi sedan esker didin pişt xwe û bi ser rençberan de digirin û trafoyên ku welatiyan bi derfetên xwe saz kirine desteser dike. Rençberan, anîn ziman ku rayedarên DEDAŞ'ê bi vê peymanê dixwazin zêde fatoreyê ji wan re binivîsin û lêçûna ceyranê zêde bidin nîşan.
Rençberên Gundê Mistefamilk a Qoserê anîn ziman ku ji ber fatûre zêde ji wan re tê gelek zor û zahmetî dijîn. Welatiyan anîn ziman ku rayedarên DEDAŞ'ê zorê li wan dikin ku peymana abonetiyê îmze bikin û yên îmze nakin jî gefan ku 'Wê dest dînin ser trafoyan" li wan dixwin. Rençberan anîn ziman ku wan neçar dikin ku peymanê îmze bikin."
PRZ. MAROL: DEDAŞ SÛC DIKE
Prz. Hakim Marol, bal kişand ser helwesta DEDAŞ’ê û diyar kir ku tişta DEDAŞ li gundiyan û rençberan dike sûc e. Prz. Moral, anî ziman ku bêyî belgeya dozger û hekîm di destê wan de hebe dixwazin trafoyan desteser bikin u ev yek li dijî qanûnê ye û wiha got: "Dixwazin bi zorê peymana abonetiyê bi rençberan bidin îmzekirin. Ev li dijî qanûn û makeqanûnê ye. DEDAŞ pêkanînê li dijî qanûn û hiqûqê bi piştgiriya cendirmeyan dixe meriyetê. Gefa 'Em ê bi zorê dest dînin ser trafoyê we' dixwin. Ev kiryara DEDAŞ’ê ya bi vî rengî sûc e."
Welatiyê Gund Halit Marol jî anî ziman ku ger ku pereyê ceyranê nedan dikare ceyranê qut bike, lê divê trafo desteser neke û wiha got: "Em li dijî desteserkirina trafo ne. Em ne li dijî qutkirina ceyranê ne. Eskeran didin pişt xwe û tên li gundan digerin. Bi zorê peymanê bi rençberan didin îmzekirin. Wê salê 100 - 300 hezar tl deynê ceyranê ji rençberan re derxin. Ev li dijî hêza rençberan e. Dixwazin çandiniyê li herêmê tune bikin."
Welatî Hadi Marol jî bertek nîşanî DEDAŞ'ê da û got: "Li Serêkaniyê, Haranê û Kanişa Xezalan fatura ceyranê li ser xebatên çandiniye diyar dikin. Ji ber vê yekê di her demsalê de 5 hezar TL fatûra tê. Lê em her demsalê 50- 60 hezar an jî 80 - 130 hezar fatûra ceyranê didin. Qezenca me 15-20 hezar tl ye. Lê DEDAŞ 3-4 qat zêd heqê hatina me ji me dixwaze. Em dixwazin ji bo her kesî wekhevî hebe."