AGIRÎ – Hevşaredara Giyadînê Betul Yaşar a polîsan lêda behsa bûyerê kir û got: “Polîs bi çavsorî hatibûn. Bi çavê hêrs, kîn, neyartiyê hatin û êrîşî me kirin.”
Polîsan di 2’ê tîrmehê de bi hêceta nokteya lêgerînê ya li ber şaredariyê êrîşî Hevşaredarên HDP’î yên Navçeya Giyadîna Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr kiribûn û ew birîndar kiribûn. Di nîqaşa navbera HDP’î û polîsan de dîmen derketin holê û polîsek dibêje “Ez li vir dewlet im.” Qeymeqamiya Giyadînê jî bi daxuyaniya ku da polîsan parast.
Hevşaredar Betul Yaşar a polîsan îşkence lê kir ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.
‘GEF LI ME XWARIN’
Yaşar anî ziman ku beriya bûyerê bi 20 rojan polîsan li ber avahiya Şaredariyê nokteyên lêgerînê danîn û 5 polîs li berê bicih kirine û ji wê rojê ve her kesên ku diçin şaredariyê lêgerîn kirine. Yaşar da zanîn ku dem bi dem welatî hatine tacîzkirin û got: “Welatî ji vê yekê aciz in. Em di navbera xwe û gelê xwe de polîsan naxwazin. Divê gel dikaribe bi rehetî were şaredariya xwe. Em bi vê fikrê derketine rê û me gellek hewldanan kir. Me qeyûman ji bo vê yekê ji şaredariyan qewirand. Nokteya lêgerînê danîn hundirê şaredariyê me. Lê me vê yekê qebûl nekir û me nerazîbûn nîşan da. Li tu deverek wiha ev pêkanîn nîne. Me nîqaş kir. Xîtaba polîsan nexweş bû. Polîsan gef li me xwarin. Ez derketim odeyê û min li kamerayê nihêrî ku polîsan derdorê dorpêç kirin. Bi amir re 25 polîs hatin. Ev provokasyona ewil bû.”
‘DI ÇAVÊ KÎN Û HÊRSÊ HATIBÛN’
Yaşar diyar kir ku di 2’ê tîrmehê de xebatkarê şaredariyê Mehmet Hayrî Oruç dema dixwaze biçe avahiya şaredariyê li ber derî ji aliyê polîsan ve tê tacîzkirin û dema îtîrazê vê yekê dike polîs lê didin û heqaretan lê dikin.
Yaşar destnîşan kir ku wan jî bertek nîşanî polîsan daye û wiha got: “Polîsek digot ‘wê ev wisa nemîne.’ Bi dehan polîsan bi ser avahiyê de girt. Polîs bi çavsorî hatibûn. Bi çavê hêrs, kîn, neyartiyê hatin û êrîşî me kirin. Li her deverî lêgerîn pêk anîn. Pişt re hevşaredarê me Evren Demîr xwest bikeve navberê û polîsan li wî jî da. Ez jî ketim navberê û polîsan li min jî da. Polîsan me daf da. Tiştên qewimîn hemû di dîmenan de hene. Pişt re xebatkarê me Hayrî Oruç derxistin derve û li erdê dirêj kirin. Laşê wî reş û şîn kiribûn. Hevşaredar Evren jî bi heman rengî li erdê dirêj kirin û paş de kelepçe kirin û li serê wî dan.”
‘BÊHIQÛQÎ JI BO WAN BÛYE HIQÛQÎ’
Yaşar bertek nîşanî daxuyaniya Qeymeqamê Giyadînê jî da û got: “Gel van hemû qewimandinan dît. Bi copan bi ser gel ve diçin. Dema endamên meclîsa me bertek nîşan dan bi copan li wan jî dan. Qeymeqam bêhiqûqiyê diparêz e. Bêhiqûqî ji bo wan bûye hiqûqî. Lê em ê li gel vê yekê jî li dijî bêhiqûqiyê têbikoşin.”
Yaşar got ew dixwazin dîmenên polîsan dest daniye serê bi raya giştî re bên parvekirin. Yaşar anî ziman ku qeymeqam û polîs tehamulî vîna gel a serkeftî nakin û xwedî derketina HDP’ê li xweşa wan naçe.