AMED - Vakfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Gocvakfi), pêşengeha "Bi çavê Zarokan Amed" dide pêşandan.
Vakfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (Gocvakfi), pêşengeha "Bi çavê Zarokan Amed" li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dide pêşandan. Gocvakfi, bi hevkariya Dilan Ok, Gulçin Şanli û tevlêbûna zarokan û fînansmana Komeleya Çanda Anadolu pêşengeha "Bi çavê zarokan Amed" dide pêşandan. Pêşandan wê di navbera 06-07'ê Tîrmehê de li Navenda Kongreyê ya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê pêşandan. Vakfê bi rêya medya civakî bang li her kesî kir ku tev li pêşengehê bibin.