MÊRDÎN – Koma HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Mîdyatê, ji ber derxistina remza Êzidîyan ya Melekê Tawiz a di Logoya Şaredariyê de deng dabûn lêborîna xwe xwestin. Endamên Koma HDP'ê diyar kirin ku ji bo vê şaşiyê rast bikin wê pêşniyarnameyê amade bikin
Şaredariya Mîdyatê ku di destê AKPê de ye, di civîna meclîsê de biryar da ku remza êzidiyan a Meleke Tawiz ku di logoya şaredariyê de heye derxe. Derket holê ku endamên Koma HDP'ê jî di civînê de deng daye derxistina remzê. Piştî bertek û nerazîbûn zêde bûn, Koma HDP'ê lêborîna xwe xwest û diyar kir ku hatine lîstikên AKP'ê.
HDP: TIŞTA PÊWIST EMÊ BIKIN
Berdevkê Koma HDP'ê ya Meclîsa Şaredariya Mîdyatê Cemal Bektaş, diyar kir di civina ku biryar hat girtin de ew ne amade bû û wiha got: "Di civînê de fotokopiya logoyê nîşanî endaman dane û endam bi vê dimenê hatine xapandin. Dema ev guhertin pêşniyar kirine remzê di logo de wekî remza êzidîyan nîşan dane. Li ser vê yekê endamên me dengê erê dane. Em vê guhertinê qebûl nakin. Nêta endamên me ya baş xerab bikar anîne. Biryar hêj nehatiye nivîsandin. Em ê dîsa biryarê îtîraz bikin û bixwazin biryar bê rastkirin. Li Meclîsê 21 endamên AKP’ê û 10 endamên HDP'ê hene. Koma HDP'ê ji bo şaşiyê rast bike çi bikeve ser milê wê wê bike. Em dê dîsa bixwazin ku remza Teydê Tawiz lê bar bikin.
EM LÊBORÎN DIXWAZIN
Endamê HDP’ê yê Meclîsa Şaredariyê Huseyin Arslan jî anî ziman ku wan ferq kir ku di logo de Melekê Tawus tune, lê ji wan re gotine li şûna wê mabedin Êzidî lê bi cih kirine û remza Êzidayan heye. Aslan da zanîn ku fotokopiya logo pêşkêşî wan kir û ji ber vê yekê ketine kêmasiye û got: “Mîdyad bajarekî kozmopolit e. Gotin mabeta di logo de Êzidîyan temsîl dike. Lê em fêr bûn ku ne wisa ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ev mabed nûnertiya êzidiyan nake. Em ji ber ketin vê kemasiyê em lêborîna xwe ji gelê xwe dixwazin. Ji bo em şaşiyê rast bikin çi ji destê me bê emê bikin."