STENBOL – Parêzerê Çekdar Yurek ê ku tahliyeya wî ya bi şert hat redkirin serî li AYM’ê da. Parêzer Firat Vural diyar kir ku tu cezayê lêpirsîn û dîsîplînê yê miwekîlê wî nîne û pêwîste bê berdan.
Çekdar Yurek li Girîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Tekîrdagê tê girtin. Cezayê dîsîplînê hêcet nîşandan û Yurek bernadin. Parêzerê Yurek, Firat Vural ji bo miwekîlê xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Yurek bi îdiaya “Endamê rêxistinê ye” 10 sal û 16 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Pêwîstbû Yurek di 22’ê nîsana 2019’an de bi şertî bihata berdan. Lê cezayên dîsîplînê hêcet hat nîşandan û tahliyeya wî di 2’ê gulanê de hat redkirin. Li ser vê yekê parêzerê wî Firat Vural diyar kir ku li gel cezayê dîsîplînê yê miwekîlê wî nîne jî nayê berdan û ji bo bê berdan serî li AYM’ê daye.