ŞIRNEX - Polîsên Tîmên Taybet serê sibê li Navçeya Elkê bi ser gelek malan de girt û 8 kes bi lêdanê binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin nexweş bûn û li malê dihatin dermankirin.
Yekineyên Polîsên Tîmên Taybet li Navçeya Elkê ya Şirnexê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 8 kes bi lêdanê binçav kirin. Ji kesên hatin binçavkirin jê 2 kes li malê nexweş bûn û dihatin dermankirin. Polîsan piştî lêgerîna malan welati Agit Durmuş, Azîz Aykut, Ramazan Aykût, Şaban Çokdogan, Şukru Guven, Alî Akdag, Ekrem Yîgît û Selim Abî binçav kirin. Ji kesên rastî lêdanê hat S.Y. yê 17 salî bedena wî reş û şîn bû.
2 NEXWEŞÊN PENÇEŞÊRÊ JÎ BINÇAV KIRIN
Polîsan di serdegirtina malan de welatiyên nexweşiya pençeşêrê Ramazan û Aziz Aykut jî binçavkirin. Hat diyar kirin ku Ramazan û Azîz tedawiya kemoterapî dibînin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Elkê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.