ENQERE – Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê rapora Girtîgeha Sîncanê eşkere kir. HDP’ê di raporê de bi hêceta bi awayek têr cih nedane binpêkirinan şerh danî û têkildarî girtiyên nexweş gotinek jî cih negirt.
Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Hikumxwar û Girtiyan a di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan de di 17’ê Çile de li Girtîgeha Sîncanê ziyaret pêk anîbû. Pişt re rapora têkildarî girtîgehê amade kiribû li serê hevdîtin hat kirin.
Rapora li Komîsyonê hat xwendin gotinek jî cih nedan têkildarî girtiyên nexweş. Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 458 girtiyên nexweş ên giran û bi giştî hezar û 334 girtî hene. Li Girtîgeha Sîncanê jî 10 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê îsal raporên têildarî girtiyên nexweş dabû Wezareta Dadê.
KOMÎSYON BERÎ BIÇE GIRTÎGEH AGAHDAR KIRIYE
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay a endama Komîsyonê şer danî pêşiya raporê. Di şerhe de tê gotin beriya Komîsyona Girtîgeha Sîncanê ziyaret bike rêveberiya girtîgehê agahdar kiriye û Gunay dibêje ku lêkolîn baş nehatiye kirin û têde kêmasî hene û cih nedane agahiyên derbarê girtiyên nexweş. Gunay di şerhê de guman û kêmasiyan destnîşan dike û xal bi xal cih dide binpêkirinên hatine tespîtkirin.
HERÎ ZÊDE SERLÊDAN JI HEPSAN HATIYE
Serokê Komîsyonê Parlamenterê AKP’ê yê Bursayê Hakan Çavuşoglu jî agahiya ku ji 2’ê tîrmeha 2019’an ve bi giştî 2 hezar û 529 serlêdan hatine kirin. Ji van serlêdanan kirariya 2 hezar û 393 hatiye kirin. Hejmara serlêdanên kirariya wan hatine kirin û li benda bersivê ne 379 heb in. Serlêdanên ji bo pirsgirêkên li girtîgehan ku birine komîsyonê hezar û 951 heb in û di rêza yekemîn de cih digire.
42 ZAROK BI DAYIKÊN XWE RE GIRTÎ NE
Di raporê de hat diyarkirin ku 42 zarok bi dayikên xwe re li Girt3igeha Sîncanê ya Jinan dimînin û di pêdiviyên bingehîn de pirsgirêk dijîn û sewqên wan nexweşxaneyan nayên kirin. Di raporê de tê gotin bi taybetî jî qada hevpar nayê germkirin. Di raporê de hat gotin ku bi qasî têr bike ava germ û sar nadin girtiyan û ava tê dayîn jî ne paqij e û girtî dixwazin pêdiviyên wan avê bên çareserkirin. Her wiha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Sîncanê jî pirsgirêk di dayîna avê de heye û girtî nikarin pêdiviyên xwe avê bicih bînin. Rêjeya diyarkirî ya avê ku rojane didin kêm e.
MA / Dîren Yurtsever