ENQERE – Betul Zeybek a hevjînê wê li pêş çavên wê û zarokên wê hat revandin, diyar kir ku 4 mehin agahiyê ji hevjînê xwe nastîne û wiha got: “Dema Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixistin ez hêj zarok bûm. Piştre ez fêr bûm ku dayik û zarok di bin çavan de tên revandin. Niha tiştê min bihîst hat serê min. Ez tişta Dayikê Şemiyê jiyane bêtir fêm dikim."
Salîm Zeybek 4 meh berê li pêş çavê hevjîna xwe Betul Zeybek û zarokên xwe hat revandin. Betul Zeybek a hevjînê wê hat revandin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Zeybek, anî ziman ku hevjînê wê di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê îxrac kirin û wiha got: "Der barê hevjînê min de biryara girtinê hebû. Ji ber vê yekê hevjînê min li Stenbolê dijiya. Di 21'ê Sibatê li gel zarokên xwe çûm Stenbolê. Min li Stenbolê hevjînê xwe ziyaret kir. Hevjînê min maşineyek kirê kir, bi şaşî ket xeta rê ya şaş û qeza kir. Min zarokên xwe ji maşînê derxist û da milekî ewle. Li pişt me gelek maşîne rawestiyan û gule berdan. Hatin ez û zarok danîn aliyekî û hevjînê min birin aliyekî din. Kesên çekdar bûn. Hevjînê min li erdê dirêj kirin û 10-15 kes bûn. Dema min got 'Hûn kî ne' gotin 'Em ji midûriyeta polîsan a Edirneyê ne' Her çend nasname pirsîn jî nasname nîşan nedan. Kesên çekdar sivîl bûn. Bi lêdanê hevjînê min avêtin maşîneyekê û birin. Ez û zarokên min jî li maşîneyek din suyar kirin. Dema min disa pirsa 'Hûn kî ne?' kir. Yekî nasnameya polîs nîşan da û got 'em polîs in' Li ser nasnameyê navê Yunus Kaç tê bîra min. Dema min li Dozgeriyê serledana sûc kir, min ev nav ji dozger re got. Kesê em bi maşînê birin li ciheki danîn pitre gelek caran ez bi telefonê bêzar kirim. Dema hevjînê min revandin min li cihê buyerê 3 cendirme jî dît. Derdor qelebalix bû.
Zeybek, anî ziman ku kesên ew jî li maşîneyek din suyar kirin û birin gotin 'Em ê hevjînê de berê bibin Midûriyeta Polîsan a Edîrneyê û piştre emê bibin Midûriyeta Stenbolê. Zeybek, destnîşan kir ku kesên ew li maşînê suyar kirin di nêviyê rêde ew sewqî eremeyek din kirin û wiha lê zêde kir: "Kesên maşîneya din di rêde çend caran plake guhertin. Piştre ez bi maşînê birim mala min a Enqereyê. Piştî ez çûm malê min çû li dozgeriyê serlêdana suc kir. Min ji bo bûyer bê lekolinkirin xwest dîmenên MOBESE bên lêkolînkirin. Min hemû agahî da dozger. Qereqalê serlêdana min qekûl nekir. Min xwest girtekên der barê cihê bûyerê de bidin min. Lê ew jî nedan min.
Heta niha dozger jî tu tişt nekiriye. Piştî ku hevjîmê min hat revandin polisan bi ser mala me de girt. Polîsên sivîl û fermî bûn. Min got agahiyên min li cem dozger hene. Li malê legerîn kirin. Me hem serî li Dozgeriyê da, hem jî me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) da. Dîsa me serî li (ÎHD) da. DMME li benda bersîva Tirkiye ye. Min serî li Vakfa Wekheviyê ya Mafên Mirovan a Tirkiye da. Bin serî li NAvenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê da. Min serî li Midûriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan a Edîrneyê re nivîsî. Min ji Wezareta Dadê re nevîsî. Min got kesên xwe wekî dewletê didin naskirin hene û xwest hevjînê bin bê dîtin. Lê hevînê min 4 meh berê li pêş çavê min û zaroken min hatin revandin û hêj agahî jê nagirim. Em perîşan in.
EZ DAYIKÊN ŞEMIYÊ FAM DIKIM
Zebyek, bal kişand ser rewşa çalakiyên Dayikên Şemiyê û wiha bi dawî kir: “Dema Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixistin ez hêj zarok bûm. Piştre ez fêr bûm ku dayik û zarok di bin çavan de tên revandin. Niha tiştê min bihîst hat serê min. Ez tişta Dayikê Şemiyê jiyane bêtir fêm dikim."
MA / Berîvan Altan