AMED – Li rojnamevan Ferhat Parlak ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, doz hat vekirin. Dozger xwest 15 sal ceza li Parlak bê birîn. Di îdianameyê de delîlên dozên ku berê Parlak ji wan beraat kiribû an jî ceza lê hatibû birîn cih girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdianameya der barê xwediyê îmtiyazê yê Sîlvan Mucadele Gazetesî ku hat girtin Ferhat Parlak temam kir. Di îdianameyê de îfadeyên şahidê aşkere B.C. û şahidên nepen "Takvîm", "Akin", "Çaylak" û "Veda" cih digirin. Di îdanameyê de îfadeyên şahidan li hev dernayên. Her wiha îdianameyê de delîlên dozên berê Parlak ji wna beraat kiribû an jî ceza lê hatibûn birîn cih digirin.
15 meh in Parlak girtiye.
ÎDIA HENE LÊ DELÎL TUNE NE
Di îdianameyê de, şahidê nepen Takvîm parast ku Parlak di dema şerê li nav bajaran hem tev li çalakiyan bûye hem jî dîmen girtine û bi vî awayî Parlak bi "propagandaya rêxistinê" hatiye tawanbarkirin. Heman şahid dîsa parastiye ku Parlak molotof avêtiye wesayîta zirxî ya polîsan. Lê belê ji bo van îdiayên Takvîm, dîmenên ji aliyê wesayîta ve hatine kişandin di îdianameyê de cih negirtine.
Di îdianameyê de berevajî beyanên Takvîm, şahdiê nepen Akya jî di îfadeyên xwe de gotiye Parlak rojnamevan e û sempatîzanê rêxistinê ye. Şahidê nepen, di îfadeyên xwe de derpêş kir ku xizmên Parlak li çiyê ne, lê belê negotiye kîjan xizmên wî li çiyê ne. Lê di asasê xwe de tu xizmên Parlak neçûne çiyê. Her wiha şahidê nepen Akya, ji bo pirtûka "Sîlvan Şehîtler Kîtabi" ya Parlak ku tê de behsa bavê xwe rojnamevan Yaşar Parlak dike ku bavê wî di sala 2004'an de li Farqînê li hewşa mizgefetkê bi çekê hat kuştin û heman pirtûk di pirtûkxaneya Meclîsê de ye jî, derpêş kir ku ev pirtûk "pirtûka rêxistinê" ye.
Di îdianameyê de şahidê nepen Çaylak jî derpêş kir ku Parlak di bin nasnameya rojnamevaniyê de di bûyerên sala 2015'an ên li Farqînê de dîmen û wêne girtine û ji çapemeniya nêzîr rêxistinê re şandine, lê belê dîmenên endamên rêxistinê yên serçavên wan vekirî neweşandine. Lê belê şahidê nepen Çaylak, di îfadeyên xwe de negotiye ka Parlak kengî bûyer kişandine û wêne û dîmenên girtine di kîjan .apemeniyê de daye weşandin.
Di îdianameyê de şahidê nepen Veda jî, di îfadeyên xwe de bilêv kir ku di sala 2015'an di dema pevçûnên li nav bajêr de Parlak li ber hendekan bi rêveberên payebilind ên rêxistinê re hevdîtin çêkirine, wêne bi endamên rêxistinê re kişandine û bi wan re axiviye û moralê wan xweş kiriye.
KESÊN BEHSA WAN TÊ KIRIN SIVÎL IN
Di îdianameyê de şahidê nepen AKin jî di îfadeya xwe de diyar kir ku ev kes li gor fermanên Abdulkadîr Hîllez û Eyyup Bati ku di nav YDG-H'yê de cih digirin tev geriyaye û dîmenên çalakiyên van kesan girtiye. Lê belê di îdianameyê de nehatiye gotin ku Abdulkadîr Hîllez tesîstkarê avê ye û Eyup Bati jî kesekî sivîl e.
Di îdianameyê de îfadeyên şahidên nepen li hev dernakevin. Şahidê aşkere B.C. jî di îfadeya xwe de bilêv kiriye ku di 2015-2016'an de li Farqînê pevçûn pêk hatine û wê demê Parlak di xendekan de bi rêveberê payebilidn ê rêxistinê yê bi bernavê "Serhildan" re hevdîtin çêkiriye.
Lê belê beyana şahidê B.C. ku dibê di sala 2016'an de li Farqînê "bûyerên xendekan" pêk hatine jî dûrî rastiyê ne. Li Farqînê şer di Tebaxa 2015'an de dest pê kirin û di 24'ê Cotmeha 2015'an de bi dawî bûn. Di sala 2016'an de qet pevçûn neqewimîne.
Ji xeynî evan îfadeyan gelek îfadeyên din ên şahidê aşkere û şahidên nepen ên di îdinameyê de cih girtine li hev dernakevin.
Her wiha di îdianameyê de dozgeriyê delîlên dozên berê yên Parlak de esas girtin. Dozgeriyê delîlên doza Parlak a jimare 2017/346'an ku li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê pêk hat û Parlak bi "propagandaya rêxistinê" hatibû tawanbarkirin esas girtin. Ji xeynî vê dozgeriyê delîlên di îdianameya doza Parlak a li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Êlihê pêk hatibû ku paşê doz betal bibû esas girtin.
XWEST BÊ CEZAKIRIN
Di îdianameyê de dozgeriyê xwest bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê li Parlak bê birîn.
Wê danişîna ewil a Parlak di 8'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Amedê pêk bê.
MA / Aydin Atay