'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'

img

MÛGLA – Ekolojîst Nîhat Koyûncû bal kişand ser şewatandina daristanên li welat û got, li rojavayê welat ji bo rantê û li rojhilatê welat jî bi hinceta "ewlehiyê" daristan tên şewitandin. 

Bi hatina havînê re şewatên li daristanan jî zêde bûn û ji ber van şewatan qadeke bi hezaran hektarî bû xwelî û bi hezaran giyanewer jî mirin. Ekolojîst Nîhat Koyûncû, bal kişand ser şewitandina daristanan. Koyûncû, bilêv kir ku divê hikûmet di warê şewitandina daristanan de dev ji polîtîkayên xwe yên heyî berde. Koyûncû, anî ziman ku ji Bodrûmê bigire heta Dêrsimê bi hincetên cuda lê belê bi heman rêbazî şewitandina daristanan didome. 
 
'80 JI SEDÎ ŞEWITANDINA DARISTANAN JI BO RANTÊ YE' 
 
Koyûncû, destnîşan kir ku li rojavayê welat daristan ji bo rantê, li rojhilatê welat jî bi hinceta "ewlehiyê" tên şewitandin û piranî qadên tên şewitandin jî di warê çandinî, avadanî, turîzm, madenvanî, enerjî û avê de qadên girîng in, lê belê ev ji ber polîtşkayên ewlehiyê pêk tên. Koyûncû, anî ziman ku divê îktîdar êdî dev ji polîtîkaya xwe ya bêxwedîhiştina daristanan berde û got: "Çimkî daristan ne ên rojhilat ne ên rojavayê ne, ên hemû giyanewerên cîhanê ne." 
 
Koyûncû, bilêv kir ku sedemên cuda ên şewatan hene, lê belê pir kêm jê ji ber sedemên xwezayî çêdibin. Koyûncû, diyar kir ku ji ber vê qadên hêşîn tim bi rîskê re rû bi rû ne û got: "Eger daristanek nêzî qada bicihbûyînê be û hîn jî di wesfa daristanê de be ev bi awayekî otomatîk di bin rîskê de ye û li wir qadeke ji bo rantê heye. Mesela, li Girava Kudur a li Yaylakavak a Bodrûmê gelek caran şewat çêbû. Pir dar lê tune ne. Lê Lê qadeke xwedî taybet e. Ji xeynî qadên wê yên sîtê û qadên sîtê yên xwezayî gelek qadên ji bo masiyên fokî hene. Wesfa wê ya mêrgî heye. Tê zanîn hin kesan çav berdaye wir. Îjar ne mimkun e ku mirov bêje şewatên li vira tesadufî ne. Hin kes qadên tûmî yên li wira bi awaykî dişewitînin û paşê dibêjin ji xwe tu taybetmediyeke wê ya tûmî/makî jî nemaye û hewl dide veguherîne qada rantê. Loma 80 ji sedî şewitandina daristanên di salên dawî de ji bo rantê ne." 
 
Koyûncû, bilêv kir ku ji bo rê li ber va şewatan bê girtin divê di serî de rêveberiyên herêmî ji bo bîrbiriyeke hawirdorê çêbibe tev bigerin. 
 
‘DEWLET JI BO ŞEWITANDINA DARISTANÊN LI ROJHILAT XWE LI KORÎTIYÊ DATÎNE' YUMUYOR’
 
Koyûncû, anî ziman ku li rojhilatê welat jî dwlet ji bo şewitandina daristanan bi zanebûnî xwe li korîtiyê datîne. Koyûncû, diyar kir ku li rojhilat ji ber şer, ji ber gule û hawanên tên avaêtin her sal agir bi daristana dikeve û got: "Dewlet bi taybetî naxwaze agirên li wir bên tefandin. Çimkî dibêje daristanên li wir qadaên hêwirandinê yên gerîlaya ne û ji bo vê xwe li korîtiyê datîne û dibêje 'bila bişewite.' Ev jî dibe sedema mirina bi hezaran giyaneweran û tunebûna bi hezaran hekatr qadî." 
 
MA / Esra Solin Dal
 

Sernavên din

07/07/2019
12:42 ÎRA: SEDA aşkere hempîşeyên me deq kirin
11:43 HDP'ê bertek nîşanî rapora SETA da: Ev dişibe îdîanameya dozger
11:43 Komcivîna NRLS di roja duyemîn de li ser 4 mijarên cuda dewam dike
11:04 Li Şakranê pekanîna ‘dewlet ezim’
10:59 MKGP: Rapora SETA sûc e
10:40 Di lêpirsîna Eroglu de daxwaza girtina ajokarê otobusê
10:19 144 rojin li windahiyên xwe digerin
10:09 Piştî qeyûm yekemîn car şano hat pêşandan
09:32 Turkan Elçî û Hivron 'Jaro' vegotin
09:30 Li Serêkaniyê kesek hat binçavkirin
09:12 Doz li gotinên bavê ku kurê xwe di komkujiya DAIŞ’ê de winda kir vekirin
09:07 'Eskeran li Komalgeha Siryê dest bi kolandina xendekan kiriye
09:06 Ji ber cih da gotinên Ocalan dest danî ser pirtûka wî
09:05 ‘Pêdivî bi qanûneke bingehîn a demokratîk heye'
09:04 Esnafên pîşesaziya Wanê: Êdî em nikarin heqê xebatkarên xwe jî bidin
09:03 Têkildarî kuştina li Newala Qoriyê îdiayeke sosret
09:03 Bijîşkên peymana wan hatin betalkirin: Cezayê puanî veguheriye mobbîngê
09:01 Dixwazin peykerê 33 ciwanên hatin kuştin biçikilînin
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2019'AN
06/07/2019
19:56 Zarokan bi dîtina ji çavên xwe wêneyên Amedê kişandin
15:30 Li Rihaye qanûn rakirine refê: Zarokekî nikare 12 rojan di bin çavan de bê girtin
15:29 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
15:04 Beşdarên komcivînê: Heya ku Tirkiye alîkarî bike, DAIŞ tune nabe
14:56 Dayikên Şemiyê aqûbeta windahiyên sibatê pirsîn
14:14 Karkerê înşatê bû qurbanê kar
14:13 Xizmên Windayan: Wê destên me di qirika qatîlan de be
13:25 Temellî: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin
13:06 Şahid û mexdûrên DAIŞ'ê: Divê DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên darizandin
12:35 Girtiyên nexwestin di eynî salonê de bi DAIŞ’iyan re derkevin hevdîtinê derp kirin
12:27 Barê karkerên kayê giran e
12:19 Rêya qeyûm salek ber xwe neda û rûnişt
12:04 Kesek li Lîcê hat girtin
11:22 Vedat Aydin di siyaseta Kurd de hişyarî çêkir
11:12 Endamê NRLS Sîno: Armanca komcivînê stratejiya avakirina ewlekariya herêmê ye
11:04 Nexweşên pençeşêrê ku hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:13 Li Amûdê forûma mijara wê DAIŞ dest pê kir
10:06 Yeldan: Bihabûn zêde dibe û krîz awayê xwe diguherîne
09:12 Rapora pêzaniyê: Ajokarê Yakût birîndar kir bi qisûr e
09:11 Dadgehê biryar aşkere kir: Bersûc xwedî tecrûbe ye!
09:11 Bi stranên xwe li dijî çanda populer têdikoşin
09:10 Xwestin Endamê Meclîsa DBP'ê Demîrhan bibe sîxur
09:09 Ji bo zarokan 366 xewnên bi kurdî
09:09 'Divê em xwedî li şaredariyên xwe derkevin'
09:08 Mêrg û zozan çima tên qedexekirin?
09:07 Ji bo Berfîn Ozekê weqf avakirin: Wê birînên jinan bicebirîne
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2019'AN
05/07/2019
21:46 Li Farqînê qedexeya derketina derve: Leşker ketin gundan
17:02 Daxuyaniya ajansa me ya têkildarî Îrfan Kiliç
16:54 ATK’ê daxwaza rapora nû ya têkildarî kuştina Elçî red kir
16:50 Li Riha û Enqereyê binçavkirin
15:47 Gelek kes ji bo nîqaşkirina DAIŞ'ê li Qamişlo tên gelhev
15:47 SES’ê bertek nîşanî rektoriya Yuzuncu Yilê da
15:45 Gardiyanan li girtiyekî da
15:22 '80 hezar mirov wê bê war û mal bimînin'
15:12 Li Perweriyê teqîn: 2 esker birîndar bûn
14:31 Cezayê muebeta giran li zilamê hevjîna xwe kuşt hat birîn
14:09 Çû hevdîtina kurê xwe hat binçavkirin
13:44 Li Peyîzava operasyona leşkerî
13:44 Li Reyhanliyê teqîn: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:43 Şêniyên taxê li tiryakfiroş dan
13:24 Ji bo parvekirinên medya civakî ceza kirin
12:58 Kubilay: Em Makeqanûnek bi kok û berfireh pêşniyar dikin
12:49 Hevşaredar Yaşar: Polîs bi çavê neyartî û kînê hatibûn
12:46 Meclîsa Jinan a HDP'ê dê dest bi hemleya rêya 3'yemîn bike
12:43 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
11:57 Pêşengeha 'Bi çavê zarokan Amed' tê pêşandan
11:52 Li ser rêya Amed û Farqînê qeza rû da
11:45 Albûma Nickwan ‘Rohî Mirdû’ derket!
11:45 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Koma HDP'ê ji bo derxistina remza êzidiyan a ji logoyê leborîn xwest
11:33 Parêzer ji bo Yurek ê nehat berdan serî li AYM’ê da
11:21 Di serdegirtinên qawîşan de bi kêran doşekan diçirînin û lêgerîn dikin
11:05 Polîsan li Elkê 8 kes bi lêdanê binçav kirin
10:40 Di rapora Komîsyona Meclîsê de cih nedane girtiyên nexweş
10:27 Xwezaya Stewrê tune dikin: Em diparêzin, dewlet difiroşe
10:20 Yekîneyên DEDAŞ'ê bi zora eskeran peymanê bi rençberan dide îmzekirin
10:04 Zeybek a hevjinê wê hat revandin: Ez baştir dizanim ku Dayikên Şemiyê çi dijîn
09:11 Weqfa Mezopotamyayê Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir
09:11 Beraet kiribû lê dîsa bi heman tiştî hat tawanbarkirin
09:10 'Daristan li rojava ji bo rantê, li rojhilat ji bo 'ewlehiyê' tên şewitandin'
09:09 Şaredariya Êlihê ji bo tenduristiyê projeya duçerxeyan amade kir
09:08 Kuliyan zebze bi gundiyan ve nehişt!
09:08 Hesinkar Gulcan Akin: Îlhama min Kawayê Hesinkar bû
09:07 'Zewicandina zarok a bi tecawizkar re mantiqa navbeynkariyê ye'
09:07 Bi sing û xercê Zembîlfiroş restore dikin!
09:00 ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2019'AN
08:56 Eskeran li Bestayê dest bi operasyonê kir
04/07/2019
20:51 Hunermend Hîvron ji bo bîranîna Tahir Elçî helbesta 'Jaro' kir stran
20:18 Ji bo meşa dê di 8'ê Tîrmehê de bê lidarxistin bang kirin
19:11 Engîn Eroglû hat veşartin
19:01 Şewata li dor Qesra Elo Dîno berbelav dibe
16:45 Zabiteyan îxbar kir, polîsan ew binçav kir
16:38 Yolerî: Gelo MÎT direvîne?
15:39 Dozger cezayê muebetê ji bo rojnameger Ataman xwest
15:35 Li bersûcên doza Aladagê ceza birîn
15:30 Li nêzî Qesra Elo Dîno şewat derket
15:19 Beriya biryarê dozgerê doza JÎTEM’ê hat guhertin
15:17 Wekîla HDP’ê Guzel çeteyên fihûşê ji Oktay pirsî
14:58 Ji Şahînê AKP'î daxuyaniya logoyê
14:56 ÎSÎG: Di hezîranê de herî kêm 124 karkeran jiyana xwe ji dest dan