* Qaymeqamiya Farqînê di bin navê restorasyonê de xesareke mezin dide Keleha Farqînê ya ku destana dîrokî ya kurdan Zembîlfiroş têde derbas dibe. Ji bo restorekirinê sing di dîwarên dîrokî de hatine kutan û terkên nav kevirên dîwar de bi xercê hatine dagirtin.
* Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, ji bo bûyera tecawizê ku li Bazîrê mamosteyekî tecawizî zarokeke 12 salî kiribû û hatibû xwestin mamoste bi zarok re bê zewicandin, diyar kir ku ev bereke mantiqa navbeynkariyê ya AKP'ê ye.
* Gulcan Akin Felekoglû hesinkeriyê dike, anî ziman ku wê îlham ji efsaneya Kawayê Hesinkar girtiye û ji zarokatiya xwe ve vî karî dike.
* Li gundê Bêtkarê, kuliyên her diçin zêde dibin berî zebzebên hatine çandin tam hêşîn bibin dixwin. Endezyarên çandniyê yên li herêmê lêkolîn kirin, diyar kirin ku ji ber hevsengiya xwezayî xirab bûye kulî jî zêde bûne.
* Şaredariya Êlihê, ji bo jiyaneke bisihet û gihaniyeke alternatîf Projeya Duçerxeyên Biaqil temam kir.
* Ekolojîst Nîhat Koyûncû bal kişand ser şewatandina daristanên li welat û got, li rojavayê welat ji bo rantê û li rojhilatê welat jî bi hinceta "ewlehiyê" daristan tên şewitandin.
* Li rojnamevan Ferhat Parlak ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, doz hat vekirin. Dozger xwest 15 sal ceza li Parlak bê birîn. Di îdianameyê de delîlên dozên ku berê Parlak ji wan beraat kiribû an jî ceza lê hatibû birîn cih girtin.
* Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê rapora Girtîgeha Sîncanê eşkere kir. HDP’ê di raporê de bi hêceta bi awayek têr cih nedane binpêkirinan şerh danî û têkildarî girtiyên nexweş gotinek jî cih negirt.
* Dixwazin li 6 kanên keviran û mermeran ên xwezaya Stewrê wêran dikin, 7 din lê zêde bikin. Ji bo avakirina kanan dawî li statuya qadeke mezin a daristanê anîne. Welatiyên bertekek mezin nîşanî vê yekê didin, bi gotinin “Em diparêzin, dewlet jî difiroşe” îsyan kirin.
*Weqfa Mezopotamyayê, Rêzimana Mela Mehmûdê Bazîdîyî çap kir.
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, wê têkildarî geşedanên di nava hefteyê de li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10:30)
* Koordinasyona Heskifê li dijî talankirina Heskifê wê li Şaxa Endezyaren Makîne ya TMMOB'ê ya li Taksîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Baroya Amedê, ji bo aqûbeta kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bipirsin wê li pêş Edliyeya Amedê di hefteya 183'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)