ŞIRNEX - Eskeran li Çiyayê Besta yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. Operasyon bi hevkariya balafirên şer û helîkopteran didome.
TSK'ê li herema Çiyayê Besta yê Şirnexê bi tevlêbûna gelek eskeran û hevkariya balafirên şer û helîkopteran dest bi operasyonê kir. Operasyon li herêma Gundikê Melê zêde bûye. Hat diyar kirin ku operasyon di bin liv û tevgera hewayî ya helîkopteran de berdewam dike.