STENBOL - Hunermend Hîvron, helbesta Turkan Elçî ya bi sernavê "Jaro" ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçî yê hat kuştin nivîsand, kir stran.
Hunermend Hîvron, helbesta "Jaro" ya Turkan Elçî ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçî yê hat qetilkirin kir stran. Strana "Jaro" ji KOM Muzîkê derket.
Gotinên strana "Jaro" wiha ne:
“Jaro Memo Mem yar e
Cudî buhar e
Can li ser teneşîrê sar e
Bi çûndina te her roj mijdar e
Gelo çima
Bajar di xewa kûr de xewar e
Jaro
Jiyan her tim li me bêsihar e
Memo Mem yar e
Cûdî payîz e
Payîz zer e
Bi çûndina te hinara rengîn
Erd û ezman jar e
Emir li me yek car e
Mixabin nabe dubar e
Memo Mem yar e
Kolan tarî û kevnar e
Şev tarî, bi dizî were
Te digot can li ser tenaşîrê sar e
Rih sar e
Can sar e
Ezbenî rabe sir û seqem e
Îsal ferman li me zor kîndar e.”