DERSIM – Engîn Eroglû ku piştî winda bû 19 roj şûnde cenazeyê wî di Çemê Mûnzûrê de hat dîtin, li gundê xwe bi beşdarbûyîna bi hezaran kesî hat veşartin.
Engîn Eroglû (28) ku di 15'ê Hezîranê de dema li gundê Yaylagunu yê Pulur a Dersimê heywanên xwe diçêrand winda bû, cenazeyê wî duh li nêzî Torûnbaba yê Pulurê hat dîtin. Piştî li Desteya Tiba Edlî ya Meletiyê karên otopsiyê bi dawî bûn cenaze şandin Dersimê.
Ji bo Eroglû li Cemxaneya Mûnzûr Baba ya Pulur a Dersimê merasîma cenaze hat lidarxistin. Parlementerê HDP'ê yÊ Dersimê Alîcan Onlu, Parlementerê CHP'ê yê Dersimê Polat Şaroglû, şaredarên navçeyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bi hezaran welatî tev li merasîma cenaze bûn.
Piştî merasîmê cenazeyê Eroglû li gundê wî Şorşwenkê hat veşartin.
ÇI BIBÛ?
Dihat gotin ku deriyê baxaca otobêsa rêwiyan a di rê de li Eroglû ketiye û Eroglû di Çemê Mûnzûrê de wer bûye. Li ser vê ji gelek bajaran komên lêgerînê hatin û li cenazeyê Eroglû geriyan. Piştî windabûna Eroglû 19 roj şûnde cenaze hatibû dîtin.