ŞIRNEX - Şewata li nêzî Qesra Elo Dîno ya Dîrokî derket û bi tu awayî mudaxileyî wê nehatiye kirin her diçe berbelav dibe.
Îro li nêzî Qesra Elo Dîno ya nêzî gundê Bafê yê Hezexa Şirnexê ye, agir bi daristanê ket. Her diçe şewta berbelav dibe. Bi tu awayî mudaxileyî şewata li nêzî qesra dîrokî nehatiye kirin.
Di şewta ku piştî çek teqiyan dest pê kir de gelek dar şewitîne.