STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî têkildarî revandin û îşkencekirina Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Îkram Dogan ev pirs kir: "Kî direvîne, dibin kur, weke kesên ku direvînin dibêjin gelo MÎT direvîne?"
Endamê Meclisa Cîwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îkram Dogan di 29'ê Hezîranê de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatibû revandin û îşkencekirin. Dogan têkildarî rewşa xwe li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê (ÎHD) civîneke çapameniyê li dar xist. Serokê Şaxa ÎHD'ê Gulser Yolerî, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircıoglû û endamên Meclisa Ciwana ya Stenbolê tevlî civînê bûn.
'GELO MÎT DIREVÎNE'
Gulser Yolerî diyar ki ku ji sala 2016'an ve gelek bûyerên revandinê pêk hatine û wiha got: " taybetmendiya hevpar a van revandinan jî ew e ku ji derveyî rêbaza polisan tên revandin û nayê zanîn ku direvînin kuderê. Serlêdanên ku ji bo van bûyerên revandinê hatine kirin, heta niha bê encam mane. Kî direvîne? Dibin kuderê? Mixabin heta niha encamek nehatiye bidestxistin. Gelo weke kesên ku direvînin jî dibêjin MÎT direvîne? Di imijarê daxuyanî fermî nehatiye dayîn. Divê bûyerên bi vî rengî bi dawî bibin û Wezîrê Karên Hundir têkildarî mijarê daxuyaniyek bide û van bûyeran derxe holê. Em ê xebatên xwe yên derbarê mijarê de bidomînin."
BANGA RÊXISTINBÛNÊ LI CIWANAN KIR
Piştî Yolerî Îkram Dogan ku hatibû revandin têkildarî rewşa xwe axivî û tiştêk hatibûn serê wî bi van gotinan vegot: "Ez ji aliyê kesên ku xwe weke endamên MÎT'ê ve hatim revandin. Mi birin devereke bi darîstan û îşkence li min kirin. Pere teklîfê min kirin û xwestin min bişînin çiya. Ez bang li ciwanan dikim ku li dijî van bûyeran rêxistibûyîna xwe mezin bikin û têbikoşin. Piştî Dogan, Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû diyar kir ku di zêdebûna van bûyeran de rola desthilatê heye û xwest ku daraz mudaxaleyî bûyerên revandinê bike û kesên ku li ser navê dewletê diaxivin tespît bike.