ŞIRNEX - Dozger di doza derbarê rojnameger Ziya Ataman ê 3 salin girtiye û kesên bi wî re tên darizandin de, mutala da. Dozger xwest, ji ber gelek madeyan ceza û cezayê muebetê li Ataman û kesên bi wî re bê birîn.
8’emîn danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye û 9 jê girtî 19 kesan li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Ataman ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe. Parêzer û malbatên girtiyan di danişînê de amade bûn.
ŞAHID YALMAN: DIBIN ÎŞKENCÊ DE ÎFADE ÎMZE KIRIN
Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir û şahid Aytaç Yalman hat guhdarkirin. Yalman, diyar kir ku îfadeyên li Midûriyeta polîsan bi wan dan îmzekirin, nexwendin û got: “Me dibin îşkenceyê de îfade îmze kirin. Ji me re gotin ‘ger hûn îmze nekin, emê we bernedin.’ Polîsê hêzên taybet bi qontaxa çekê li serê min xist.”
JI BO HEMÛ GIRTIYAN MUEBET XWEST
Dozger piştî guhdar kirina Yalman, mutaleya xwe da. Dozger 47 rûpel mutale pêşkêşî dadgehê kir û xwest Ataman jî di nav de, hemû girtiyên tên darizandin bi îdîaya “Hevgirtina welat û yekitiya dewletê xerab kirin”, “Pewyirdarên cemawerî kuştin”, “Bi teqemenî zirar dayîna malê cemawerî” û “Dinava xebatên rêxistinê de, madeyên teqemenî bi kar anîn” bên ceza kirin.
PARÊZERAN: MEXDÛR BÛN BERSÛC
Parêzer û mexdûran piştî mutaleya dozger, mafê axaftinê girtin. Parêzeran li dijî mutaleya dem xwestin û gotin: “Mutale li dijî hiqûqiyê û di dosyeyê de muxdûr weke bersûcan hatin darizandin.”
Girtiyan jî, îdîayên derbarê xwe de red kirin û bal kişand ser nakokiyên di dosyeyê de cih digirin. Girtiyan daxwaza berdana xwe kirin. Kadir Ataman ê ji dosyeyek din girtiye jî, diyar kir ku wî dibin îşkenceyê de îfade daye û ew vê îfadeya xwe dubare dike.
JI BER WERGERVAN TUNEBÛ ATAMAN PARASTIN NEKIR
Rojnameger Ziya Ataman xwest di danişînê de parastina xwe bi Kurdî bike. Lê ji ber ku wergervan tunebû Ataman nekarî parastin bike û dê di danişîna bê de parastina xwe bike.
Dadgehê piştî parastinên li dijî mutalayê hatin kirin, navber da danişînê. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku girtina girtiyan dewam bike û danişîn taloqî 24’ê Îlanê kir.
Girtekên danişînê jî, nedan parêzeran.