EDENE - Di danişîna doza komkujiya Yurda xwendekaran a Aladagê de ku 11 jê zarok 12 kes şewitîn û miribûn biryar hat dayîn. Heyeta dadgehê ji 18 bersûcan li 8 bersûcan ji bo her yekî di navbera 8 sal û 10 meh û 20 rojan û 12 sal û 2 meh û 20 rojan de ceza birî.
Di 29'ê Mijdara 2016'an de li Yurda xwendekaran a Aladaga Edeneyê ya aydî Cemaeta Suleymaniyan bû agir bi avahiyê ketibû. Di şewatê de 11 jê xwendekarên keç, 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 10'emîn danişîna doza komkujiyê li Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê pêk hat. Di danişînê de heyeta dadgehê biryar da û li bersûcan ceza birî. Heyeta dadgehê ji 18 bersûcan li 8 bersûcan ji bo her yekî di navbera 8 sal û 10 meh û 20 rojan û 12 sal û 2 meh û 20 rojan de ceza birî. Di danişînê de parêzerê malbatan xwest bersûc di asta herî jor de bên cezakirin. Parêzerê malbatên mexdûr Can Atalay anî ziman ku di darazê de wekî ku henekên xwe bi aqilê wan bikin tev geriyan û wiha got: "Li gel avahiya leyliyê qaçax bû jî dîsa di dosya dozê de tersê pê pêş ket. Belgeyên sexte li dozyayê zêde kirin. Xwestin ser facîyaê bincil bikin. Beriya şewat derkeve derî bi ser zarokan de kilît kirin û destikên derî derxistin û çûn.
44 SALIN QAÇAX E.
Wargeha ku 44 salin qaçaxe xebitandibûn. Hemû rayedarên cemaweriyê ev yek dizanîbûn. Ev yek li dijî wîcdan e. Rayedarên cemaweriyê venêrtina baş nekirine. Ji bo kêmasiyan tespît bikin tu gav neavêtine."
Atalay, anî ziman ku bersûc tenê 3 hefteyan girî man û xwestin ser delîlan veşêrin û wiha got: "Ev doza mafê perwerdehiyê ye. Divê zarokên xizan û zengînan xwedî heman maf be. Divê mafê perwerdehiyê de di nava lêvê brokrat û darazê de be. Derfetên ku duh ji FETO re hatin pêşkêşkirin îro ji Suleymaniyan re tê pêşkêşkirin. Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk jî bal kişand ser şewata yûrda li Navçeya Efeler a Aydinê. Kuçuk, anî ziman ku agir bi kijan sedemê derdikeve bila derkeve di encamê de talûkeyên jiyanî li pêş wê ne û wiha got: "Pir berê dihat zanîn. Bersûc ew kesên ku karin berê vê talûkeyê bibînin e. Ji bo wîcdanê civakê rehet bibe divê cezayê di asta herî jor de li van kesan bê birîn."
Parêzerê Midûrê Perwerdehiyê yê Navçeyê Mehmet Aktaş Prz. Berkay Dikicî jî parast ku tu erka muwekilê wî ji bûyerê tune û wiha got: "Ji venêrtina çalak muwekilê min ne berpirsiyar e. Ne pêkan e Midûrê perwerdehiya navçeyê venêrtina avahiyê bike. Ji bo muwekilê min ji Wezareta Perwerdehiyê tazmînatê bistîne dikin hedef. Li ser vê yekê malbatan bertek nîşanî parêzer dan û got: "Meseleya me ne pere ye. Em pere naxwazin. Ger ku hûn pere dixwazin em pere bidin we. Herî dawî heyeta dadgehê biryar da û Li Midûrê Yurdê Cumali Genç 11 sal û 1 meh û 10 roj, Li Midûrê Komeleyê Îsmail Ugur 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê birî. Li cîgirê Midûr Mahmut Deniz 10 sal ceza birî. Li rêveberên komeleyê Mahir Kiliç, Mustafa Oztaş, Ramazan Dede û Ramazan Keleş ji bo her yekî 8 sal û 10 meh û 20 meh ceza birîn.
Heyetê li Midûrê Perwerdehiyê yê navçeyê Mehmet Aktaş û erkdarên din Bayram Aydın, Cihan Unal, Davut Gokçeli û Ramazan Ari bi sucdariya "erka xwe xerab bikar anîne" ji bo her yekî 7 meh û 15 roj ceza birî û cezayê wan taloq kir. Heyetê der barê bersûcên din ji ber kêmasiya delîlan beraet kir.