ŞIRNEX – Li nêzî Qesra Elo Dîno ya li navçeya Hezexa Şirnexê agir bi daristanê ket.
Li nêzî Qesra Elo Dîno li gundê Bafê ya bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve agir bi daristanê ket. Şewata ku li nêzî Qesra dîrokî ya li ber Çemê Dîcleyê derket didome. Hat ragihandin heta niha mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin. Çavkaniyên herêmî jî gotin beriya şewat derkeve li herêmê dengê çekan hatiye.