ÇEWLÎK - Midûriyeta Polîsan a Çewlikê li dijî koma fihûşê operasyon li dar xist. Di operasyonê de endam û rêveberên AKP, MHP û Hîzbûllahê jî hene bi giştî 31 kes hatin binçavkirin. Têkildarî lêpirsînê biryara veşarî hat dayîn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, têkildarî mijarê pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bersivîne.
Midûreyat Polîsan a Çewlekî di 25'ê Hezîranê de li dijî gelek navnîşanan operasyona hemwext li dar xistibû. Di operasyona “hevkariya hifûşê û şantaja bi kamerayanên veşarî" de 31 kes binçav kiribûn. Hat diyar kirin ku di operasyonê de Cîgirê şaredraê Çewlikê yê AKP'ê Muhittin Bukan, Çawîşê Pispor Çavuş Ersin Yildiz, cerdevan Ahmet Varan û Mehmet Tekgoçen ê demek dirêj ji doza Hîzbûllahê hat girtin, endam û rêveberên AKP û MHP'e jî hene. 31 kesên hatibun binçavkirin di 29'ê Hezîranê de sewqî dadgehê kiribûn. Kesên hatin binçavkirin û sewqî dadgehê kirin bi sucdariya "Ji bo berjewendiyê rêxistina sûc ava kirine, bi rêve birine û bi rêxistin kirine bûne endam." û “Bi gelek kesan re talankirin û karê şantajê kirine, kes teşwîkî fihûşê kirine, bûne navbênkar û cih ava kirine" tawanbar kirin. Piştî dadgehê ji 31 kesan 10 kes hatin girtin û 15 kes jê bi şertên kontrola edlî bi giştî 21 kes serbest berdin."
Der barê lêpirsinê de biryara veşartinê da. Li aliyê din Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Gazel, mijar bir rojeva meclîsê. Guzel, ji bo Cîgirê serokomar Fuat Oktay bibersivîne pirsname da. Guzel, diyar kir ku li gel ev koma çeteyan ji sala 2006'an ve ji aliyê Midûriyeta Polîsan ve tê zanîn çima heta niha mudaxale nekiriye û wiha got: “Çend sal berê garsoneki li pêşgehekê dixebetî dîmenên qala wê tê kirin bi Midûriyeta polîsan a Çewlîkê re parve kiribû. Lê midûriyeta polîsan der barê vê mijarê de tu lêpirsîn neda destpêkirin.
‘ÇIMA KAR NEHAT KIRIN'
Guzel, ji bo Fuat Oktay bibersivîne ev pirs pirsin:
“* Li gel ku ev çeteyê navborî ji sala 2006'ê ji aliyê midûriyeta Polîsan ve tê zanîn çima mudaxale nekirin? Sedema zagonî hneye?
* Çima midûriyeta Polîsan dîmena ku garson radestî wan kir li ber çavan negirtin? Çima garson ji kar dûr xistin. Xwediyê kargeriyê ji aliyê kesên navborî ve rastî gefan hatiye ya na?
* Li gel dimenên der barê çeteyên ku sûc kiriye gihiştine destan jî heta niha tiştek hatiye kirin ya na?
* Sedema veşartina der barê dosyayê de çiye? Ev kesên navborî tu têkibiya wan bi endamên AKP û MHP'ê re heye?"