MÊRDÎN - Şaredarê AKP'î yê Şaredariya Midyadê Veysî Şahîn têkildarî derxistina remza êzîdiyan Melekê Tawûs a ji logoya şaredariyê daxuyanî da û angaşt kir ku perestgeha êzîdiyan di logoyê de heye.
Li ser bertekên derxistina remza êzîdiyan Melekê Tawûs a ji logoya Şaredariya Midyadê, Şaredar Veysî Şahîn neçar ma ku daxûyanî bide. Şahîn angaşt kir ku perestgeha di logoyê de cih digire ji bo temsîla êzîdiyan e û wiha got: "Çîroka Logoya Nû ya Şaredariya me: Dêra nav hîvekê, perestgeha êzîdiyan û remzên mizgeftê di bin sîwana hîvestêrka me de hêmanên şaristaniyan temsîl dikin. Platforma bi 3 xêzik 3 şaristaniyan (îslam, xiristiyan û êzîdî) sembolîze dike. Kevokên difirin jî di çarçoveya rêzgirtin û hezkirin û hezkirinê de jiyana di bin sîwanekê de temsîl dike."