WAN - Li Taxa Pars a navçeya Qelqelî, traktorek qulipî, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî, bi giranî birîndar bû.
Li Taxa Pars a navçeya Qelqelî ya Wanê, traktorek qulipî, Sitki û Yasîn Atîlla jiyana xwe ji dest dan. Îslam Atîlla jî bi giranî birîndar bû. Di bûyera nîvro qewimî de, welatî bi traktorê biçiban nava zeviyan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Îslam Atîlla yê bi giranî birîndar bû, sewqî Nexweşxaneya Herêmê ya Wanê hat kirin. Cenazeyên Sitki û Yasîn Atille jî, rakirin morga nexweşxanê.